Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê, bikaranîna Çekên Kîmawî yên li ser asta navdewletî qedexekirî ne, der heqê sivîlên Şêx Meqaûd pirotesto kir, û doz li Desteya Bala Ya Danûstandinan kir ko evê tawankariyê pirotesto bike, û dibîne ko ew hewldanek e ji bo armanckirina operasiyona aştiyane û danûstandinên li Cinêvê çêdibin , û ew e ya ko Rêjîm dixwaze.
Her wiha Encûmena Niştimanî Kurdî doz li Civaka Navdewletî kir ko vekolînê di evê tawankariyê de bike û tiştên veşatî tê de diyar bike, û hem pêrabûnên pêdivî bike da ev tawankarî di derheqê sivîlan de nema bibin û sivîl bên parastin.
Tê zanîn ko Artêşa Islam Çekên Kîmawî yên qedexekirî li ser asta navdewletî, li Taxa Şêx Meqûd bikar anîn, û bi mukurhatina wan bi xwe di daxuyaniyeke rojnamevanî de, û hewil dane behana jê re bibînin û dibêjin ev karekî takekesî ye.
Jêder: Hevbendî