Duh înê 8-4-2016 li gundê Metîn ku dikeve rojhilatî bajarê Kobanê 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 5 jî birîndar bûn, di encama teqîna xaniyekî bubmbekirî ji hêla DAÎŞê ve dema ew dever di destê wan de bûn, li gor ku Yeşar Elî endamê Encumana Niştimanî ya Kurd ji malpera me re ragihand.
Elî got: Ta niha bêhtirî 100 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û bi sedan jî birîndar bûne, di encama teqîna bumbeyên çandî li gudewarê Kobanê û Girê Sipî.
Elî tekez kir ku rakirina mayînan berpirsyariya rêveberiya Partiya Yekîtiya Demuqrat PYD ye, û got pêwîste rê bidin rêxistinên ku di vî warî de kar dikin.
Jêder:Hevbendî