Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê duhî roja yekşemê bi tundî êrîşên firokên Rûsiya û destdirêjiya li ser bajarê Idlibê û armanckirina navendên saxlemiyê û yên xizmetgozariyê û avahiyên nişteciyan şermezar kir, û di amareke destpêkî de bû sedema şehîdbûna 50 sivîlan û birîndarbûna 170 kesên din.
Hevbendiyê diyar kir ku ev kuştar hevdemin digel êrîşên hovane yên firokên Rûsiya li ser gund û bajarokên Laziqiyê, nameze piştî pêşdeçûnên şoreşgeran li ser çiyayê Elnoba, hevşan digel êrîşên rêxistina DAȊŞê li ser gundewarê Helebê.
Hevbendiyê amaje da ku berdewamiya destdirêjiyê berovajî ye digel tekesta biryara 2254 ya Encûmena Ewlekariyê di birga 13an de, ku têde daxwaz hatiye kirin bi “rawestandina bilez ya her êrêşekê li dijî sivîlan û li dijî armancên sivîl, tevlî navendên nojdarî û karmendên pizîşkî û bikaranîna çekan bitewşî, û di nav de bombebarankirina topan û ya esmanî”.
Hevbendiya Niştimanî ji Encûmena Ewlekariya Navdewletî daxwaza pirotistokirina kuştina sivîlên Sûriyê kir ku nagunce digel yasaya navdewletî, û herwiha daxwaza standina rêşûnên bilez kir bo rawestandina destdirêjiyê, bi heman awayî daxwaza tevgereke bilez kir ji rêxistinên mafê mirov bo rawestandina kuştarên berdewam, ku piraniya qurbaniyên wan jin û zarok in.
Jêder: Hevbendî