Wezareta derve ya Tirkiyê tekez kir ko Tikiya piştgiriya çareseriyeke siyasî li Sûriyê dike, ko Beşar Esed ji desthilatdariyê dûr bixîne û hemû karûbarên wî di qonaxa veguhêz ya siyasî de bixe destê Desteya desthilatdar ya veguhêz de, ev gotin hatin wek bersivê li ser biryara Encûmena Ewlekariya navdewletî hejmara 2254 ya der barê Sûriyê.
Daxuyaniyê destnîşan kir ko Tirkiya guhdaneke mezin dide danûstandinên nexşekirî di navbera Rêjîmê û Opozisyonê de, der barê çareseriya siyasî, û bal kêşand ser ko ew Şandeya dê nûnerîtiya Opozisyonê bike, divê ji kongirê Riyadê yê di 08-10 kanûna yekê de çêbû bê bijartin, ji bo serketina danûstandinan û rewaya wan hebe.
Her wiha daxuyaniyê tekez kir ko aramî û hêminî li Sûriyê pêk nayê “ko hilbijartinên rewa û azad çê nebin, ko miletê Sûrî viyana xwe yekser feriz bike, û kar bispêre desthilateke veguhêz xwedan hemû karînan, û vekêşandina endamên Esed yên destbixwîn û di serî de Beşar. Û di vê derbarê de tekez kir ko Tirkiya dê piştgiriya xwe berdewam bike.”
Her wiha Emîndarê Razgir yê Desteya Siyasî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê Enes Elebde, diyar kir ko biryara Encûmena Ewlekariyê ya hejmara 2254an lihevkirineke navdewletî di çarçoveya giştî de ji bo çareseriya siyasî dide xuyakirin. Lê belê hêj nakokî û nelihevkirin li ser hin mijarên giring di navbera dewletên bi mijara Sûriyê ve girêdayî hene, û di serî de çarenivîsa Beşar, û helwesta wan ji man û nemana wî di qonaxa veguhêz û paşeroja Sûriyê de.
Û weha jî got: “lihevkirina wan li ser biryarê nedûr bû, çimkî ev deqa biryarê li gora lihevkirinên berê di nav Emrîka û Rûsya de bû.”
Jêder: Elenadol