Berdevkê Fermî Bi Navê Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî Salim El – Mislit, kêfxweşiya xwe bi rapora rêxistina Hiyûmin Rayts Wotş anî zaiman, ku tê de bikaranîna zêde ji bumbeyên goşî li Sûryayê di operasyonên leşkerî bi serkideyetiya Rûsya û hêzên Esed dijî milletê Sûrî û şoreşgeran ji 30 Ilûn/ Sebtembera bûrî de şermezar kir.
Rêxistinê li gor rapora ku duh derket tekez kir ku bêtir ji 20 rewşên bikaranîna Bumbeyên Goşî ji dema dagîrkerên Rûsî dest bi êrîşên xwe di 30 Ilûn/ Sebtembera bûrî de kirin, û destnîşan kir ku zanyariyên berfireh derbarê êrîşên li ser neh bargehan, di nav wan de du êrîş li ser kampên penaberan, tê de 35 sivîl hatin kuştin, pênc jin û 17 zarok di nav wan de şewitîn, herweha bi dehan birîndar bûn”.
Rêxistinê anî ziman ku ” Di malperin dî de, û bi wêneyan, hebûna nîşanên bikaranîna Bumbeyên Goşî belge kir ” û diyar kir ku bumbeyên vê dawiyê li Sûryayê bikar hatin, ku rêxistinê dikarîbû bidest bixe” li Yekîtiya Sovyêt a berê û Rûsya hatine çêkirin”.
Rêxistinê di rapora xwe de dît ku bikaranîna Bumbeyên Goşî ” Binpêkirinek e ji biryara navdewletî nemre 2139 re, ku ji hêla Encumena Ewlehiyê di 22 Sibat(Fibrayer)2014an de derketiye, û tê de ji Esed xwestine ku sînorekî ji bikaranîna tewş ji çekan re (Bermîlên Teqîner) di deverên avahî û sivîlan de deynin”.
El – Mislit tekez kir ku çi tevgerên ceddî hewl didin ku çareyek siyasî rastîn pêk bînin biser nakevin, eger ne bi ferzkirina biryara Encumena Ewlehiyê nemre 2139 be, ji bo rawestana bumbebarankirina tewşe bikaranîna rêbazkirî ji bermîlên teqîner re li deverên avahî û sivîlan, û destpêkirina karê yekser bo rahiştina dorpêçkirinê ji ser hemû deverên dorpêçkirî, gihiştina alîkariyên hawarçûnê bo sivîlan.
Ji hêla xwe ve Cîgirê Birêvebirê Operasyonên Tengasiyan di Rêxistina ” Hiyûmin Rayts Wotş ” de Olî Sifanx di daxuyaniyê de got:” Sozên rejîma Esed bo nebikaranîna çekan bi awayekî tewş û armanckirina bumbeyên goşî ji sivîlan re li gelek deveran ji welat bê wate ye”.
Û berdewam kir:” Divê Encumena Navdewletî derbarê pêkanîna parastina sivîlan li Sûryayê di riya xwestina eşkere ji hemû aliyan (Rûsya û rejîma Esed) bo rawestana Bumbeyên Goşî cedî be”.
Jêder: Hevebendî