Serokê Tirkî Receb Teyib Erdoxan got” Kesê xwe dûrî şerê rejîma Esed dixin, û çavên xwe ji kuştina 400 Hezar kesî li Sûryayê di pênc salên dawî de bi behaneya şerê 10-20 Hezar çekadarî ji rêxistina Daiş, mezintirîn tawan di dîroka mirovahiyê de pêk tînin”.
Erdoxan di gotarekê de di beşdarbûna rêûresmên belavkirina xelatên odeya pîşesazî û bazirganiyê li Welayeta Borsa (Bakurî Rojavayê Tirkyayê) li ser piştgiriya welatê xwe ji milletê Sûrî re tekez kir û got:” Wê Tirkiyayê di piştgiriya xwe ji birayên xwe yên Sûrî li gor berpirsyariya xwe ya exlaqî û dîrokî derheqê wan de berdewam be”.
Erdoxan li ser daxuyanyên hempayê xwe yê Rûsî Filadimêr Botîn ku tê de gotibû ew nizanin ku Turkman li devera “Bayer Bocaq” (çiyayê Turkman) li Gundewarê Laziqiyê hene got, ew hemû ne rastiyê dibêjin, min bi kesayetiya xwe ji Botin re gotiye, Daiş tune ye, lê Turkman li deverê hene “.
Ji hêleke dî ve, Erdoxan Piyanoyek diyarî “Es`ed Cîmoq” piyanojenê xort ê Sûrî kir, ku xwedî nasnameya Turkî ye, û pileya yekem di pêşbirka navdewletî a mûzîkê de wergirtibû, di 2Mijdarê / Novembera niha li bajarê Tînîrîvî ya Ispanî bidawî bûbû, herweha li rex gelek serkeftinên ku li Elmanya, Siwêd, Bulxarya piştî wergertina nasnameya tirkî pêk anîbûn.
Jêder: El – Enadol