Desteya Bilind ya Danûstendinan ya ku ji Kongreya Riyazê ya Hêzên Şoreşê û Rikaberiya Sûriyê hatibû damezirandin, daxwaz ji dewletên dostên gelê Sûriyê kir, ku fişarê li Rûsya bikin, Rûsiya ya ku bi hemû endamên herdemî yên Encumena Ewlekariyê re îmze li ser biryara 2254 kir, derbarê rawestandina êrîşên hovane li ser sivîlan.
Êvara Sêşemê di hevdîtinekê de li Cenêva Siwêsrayê, endamên Desteya Bilind ya danûstandinan bi nûnerên dostên gelê Sûriyê re civiyan, ji bo behskirina cîbicîkirina herdu bendên 12 û 13 ji biryara Encumena Ewlekariyê 2254.
Endamên Desteyê tekezî li ser wê yekê kirin ku cîbicîkirina herdu bendan divê berya operasyona giftûgoyan destpê bike, û ev yek mafekî rewa yê gelê Sûriyê ye, herwiha erkê exlaqî divê bihêle ku Civaka Navdewletî fişarê li Rûsya bike, da ku êrîşên li ser sivîlan rawestîne.
Herwiha endamên Desteyê hewildanên Rûsya û rêjîma Esed ku Cenêv3 ji reftarên xwe yên leşkerî û topbarankirina sivîlan re dikin sîwan bi behaneya ku şerê DAIŞê dike red kirin, û dan zanîn ku tiştê rû dide tawanek li dijî mirovahiyê ye ku hemû mercên yasayî li ser cîbicî dibin.
Mezinê danûstendkeran Mihemed Elûş destnîşan kir ku operasyona siyasî ji Desteyê re giring e, lê ji xwîna gelê Sûriyê ne buhatir e.
Elûş diyar kir ku rêjîma Esed ew e ya ku derfetên gihiştina operasyona danûstandinan têk dibe, di rêya redkirina cîbicîkirina mercên mirovahî, yên ku Şanderê Navdewletî ew bi “mafdar in” salix dan, û ew ne beşek ji operesyona danûstandinan e, û divê ne girêdayî tewrê siyasî be, û mafên jiyanê yên gelê Sûriyê li ser maseyên siyasî gengeşe nabin.
Jêder: Hevbendî