Wezîrê derve yê Birîtaniya Fîlîp Hamond got ku ew bawer dike ku Filadîmêr Pûtîn agirê şer li Sûriyê gur dike bi rêka bombebarankirina Artêşa Azad ya neyara DAÎŞê ye.
Hamond her weha got ku demeke sînorkirî heye ku Rûsiya bikaribe têde rola piştgirê piroseya aştî bileyîze, hevdem ku ew dijberên Esed bombebaran dike di dema ku Cîhana Azad bi hêvî ne ku dijber karibin Sûriyek nû ava bikin di dema Esed bar bike.
Duhî li Roma Hamond bo rojnamevanan got: “gelo Rûsiya bi rastî pabend e bi piroseya aştiyê, yan jî ew wê pirosesê bikar tîne wek pela tiwê ku di pişt wê de hewla pêşkêşkirina serkeftinek leşkerî bo Esed dike, bo dirustkirina dewletokeke tayifegerî li bakur-rojavayê Sûriyê ?”.
Hêjayî gotinê ye ku Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê di gelek helkeftan de tekez kiriye ku Rûsiya terora dewletê bikar tîne li dijî xelkê Sûriyê bi zêdekirina kuştina sivîlan û armanckirina nexweşxane û xwendgeh û cihên giştî, herwiha diyar kiriye ku armanca bombebarankirina wê ya sereke bombebarana Artêşa Azad piştî sivîlan e, û armanca wê ne DAÎŞ e, herwiha ku êrîşên wê bi rêjeya 94℅ hatine encamdan li dijî sivîlan û tabûrên Artêşa Azad, di dema ku bi tenê rêjeya mayî hatine encamdan li dijî sivîlên li jêr destê DAÎŞ ê, ne li dijî çekdar û serbazgehên DAÎŞê ne.
Hevbendiyê diyar kir ku Rûsiya ji pişt vê yekê hewl dide piştgiriya Tawanbar Bişar Esed û jinavbirina şoreşê bike, ku jinavbirina terorê ne ji armancên wê ye û piştgiriya wî alî dike yê terorê ji pênc salan ve li dijî gelê Sûriyê bikar tîne?.
Jêder: Hevbendî + Royters