Friday, May 9, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya Bilind Lênêrîneka Sertaserî Ji Qonaxa Veguhêz Re Amade Kiriye Û Wezîrê Derve Yê Birêtaniya Helwesta Birêtaniya Li Ser Çûna Esed Piştrast Dike

July 21, 2016
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
Desteya Bilind Lênêrîneka Sertaserî Ji Qonaxa Veguhêz Re Amade Kiriye Û Wezîrê Derve Yê Birêtaniya Helwesta Birêtaniya Li Ser Çûna Esed Piştrast Dike

Desteya bilind ya danustandinan diyar kir ku wê lênêrînek giştgîr ji cêbicêkirina piroseya siyasî re amade kiriye, û tekez kir ku têde û di pêşiyê de dakokî hatiye kirin li ser dijberiya terorê û tevî terora dewletê ya rêjîma Esed bikartîne û dibe jîngehek ji bona xudankirina tundrewiyê û nakokiyên tayifeprestî.

Desteya bilind duhî di daxuyaniyekê de, bal kişand ku amadekirina vê lênêrînê tê wek tekeziyekê ji aliyê wê ve li ser pêşvebirina pêvajoya siyasî, û cext kir ku cêbicêkirina birgên mirovî û biryarên encûmena ewlekariyê dibin yekemîn pêgav ber bi jinavbirina diyardeya tundrewiyê, lewra desteyê da zanîn ku danustandin li ser vê diyardeyê nabe, û daxwaza cêbicêkirina wê ya bilez û bêmerc kir.

Di civîna xwe ya dawiyê de ya di navbera 15 – 18’ê tîrmehê de, Desteyê di daxuyaniya xwe de bal kişandibû ku endamên wê derfet vekirine ji bo himbêzkirina hemû pêkhateyên civaka Sûriyê, û herwiha gengeşekirina asoyên pêvajoya siyasî ligel baredox û pêşhatên xwecihî û herêmî û navdewletî yên niha.

Herwiha desteyê pabendiya xwe bi çareseriya siyasî û berdewamiya xwe di piroseya danustandinan de tekez kir, û dubare daxwaz ji civaka navdewletî kir ji bona rakirina kosp û keleman ji pêş destpêkirina danustandinan, nemaze pirsên girêdayî bi cêbicêkirina birgên mirovî 12 û 13 û 14 ji biryara 2254 ya encûmena ewlekariyê.

Herwiha desteyê tekezî li ser giringiya çareserkirina kêşeyên dikevin di riya pêşvebirina danustandinên bûrî de kir, wek destnîşankirina dem û karnameyek diyar ji bona pêkanîna piroseya veguhestina siyasî ligor daxuyaniya Jinêv (30/6/2012) û ligor biryarên navdewletî yên pêwendîdar, bi rêka damezrandina desteyeka hikumraniya veguhêz yekser piştî çûna Bişar Esed û desteka wî ya beşdar di rijandina xwîna xelkê Sûriyê de.

Duhî êvarî û ligor daxuyaniya desteyê , Riyad Hicab, rêxerê desteya bilind, di pêwendiyeke xwe de bi telefonê, karnameya desteyê ji wezîrê derve yê Birêtaniya Borîs Conson re pêşkêş kir.

Hicab ji wezîrê derve yê Birêtaniya re pabendiya desteyê bi piroseya siyasî û pêdagiriya wê bi berdewamiya piroseyê ji bo encamdana veguhestina siyasî tekez kir, ya ji bo veguhestina Sûriyê ji dewleteke di destê kesekî de , ber bi dewleta dad û welatîbûnê bo tevaya xelkê Sûriyê û têde yasa serwer be.

Û amaje kir ku veguhestina siyasî wê bê cudahî û dûrxistin rê li pêşiya xelkê Sûriyê bo avakirina welatê xwe veke, û ji bona vegerandina penaberên hatine awarekirin bi destê Esed û hevalbendên wî jî Rûs û Îran û milisên tayifeperist yên bi kuştin û talankirin û koçbarkirina xelkê Sûriyê radibin.

Dubare tekez kir ku veguhestina siyasî ji dirustkirina desteya hikumraniya veguhêz ya bi tevaya desthilatan û bê rol û hebûn Esed û her yek ji tawanbarên kuştina gelê Sûriyê dest pê dike.

Daxuyaniyê bal kişandibû ku wezîrê derve yê Birêtaniya carek din helwesta Birêtaniya ya piştgir ji veguhestina siyasî û bi dawîkirina tiradijiya xelkê Sûriyê bi zûtirîn dem dupat kir, û cext li ser wê yekê kir ku ya pêwîst e veguhestina siyasî ya serkeftî be û ya bête cêbicêkirin û têde çûna Esed bê misogerkirin.

Ligor daxuyaniya desteyê ku herdu aliyan pêwendiya xwe ya bi telefonî bidawî kirin, bi rêkeftina li ser berdewamiya alîkarî û şêwirdariyê û amadekirina zemîn û jîngeheka guncayî ji bona destpêkirina danustandinan û xweşkirina rewşa mirovî ya sercem xelkê Sûriyê, û pêkanîna veguhestina siyasî ya çaverêkirî.

Jêder: Hevbendî

ShareTweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Fehed: Erêkirina  Derbarê Mana Esed Xiyanet e Bi Xwîna Gelê Sûriyê Re

Fehed: Erêkirina Derbarê Mana Esed Xiyanet e Bi Xwîna Gelê Sûriyê Re

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.