Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê Ebdilîlah El-Fehed” tekez kir ku mana Esed di qonaxa veguhêz de hîç nayê qebûlkirin, û erêkirina mana wî xiyanet e bi xwîna gelê Sûriyê re, herwiha ev yek ne li gor Rêbaza Hundirîn ya Hevbendiyê û Kongreyê Riyazê ye, ya ku daxwaza rûxandina rêjîma Esed û hemû
şêweyên rêjîma navborî dike.
Fehed di hevpeyvînekê de ligel malpera “Zeman El-Wsil” destnîşan kir ku Desteya Siyasî ya Hevbendiyê berdewam e di nirxandina boçûnên navdewletî û têkiliya bi Civaka Navdewletî re derbarê rewşa Sûriyê, û di civîna xwe ya dawî de qonaxa veguhêz gengeşe kir, herwiha hemahengî û piştevaniya Desteya Bilind ya danûstandinan dike, û di heman civînê de nûneratiya pêkhateya Tirkmanan di Hevbendiyê de û berfirehkirina nûneratiya wan hate gengeşekirin.
El-Fehed di lêdwaneke xwe ya berê de gotibû ku lêdwanên ku ji Desteya Hemahengiyê her carê derdikevin “Nikare gotina rastiyê bibêje, û tenê meseleyan li nav hev dixe, û hemû aliyan tawanbar dike, bêyî ku cudahiyê bixe di navbera sitemkar û kesê sitemlêbûyî de, yan di navbera rola her yek ji wan di tawanekê de ku yê sitemkar derheqê yê sitemlêbûyî pêk aniye”.
Lêzêde kir ku çi helwesta ku nikaribe cîwar wek xwe bibîne, û nikaribe li kêleka heqiyê raweste; wê nikaribe bibe cihê baweriyê, û nema dikare helwesteke hevseng bistîne ku berevaniya mafên sivîlan bike, û dadweriyê di meseleyê wan de bike, û dê ewê nêzîkî aliyê sitemkar be ji aliyê sitemlêbûyî bêtir.
Jêder: Hevbendî