Tora Sûriyê ya Mafên Mirovan 54 êrîşên Rûsya bi teqemeniyên Enqûdî li deverên azadkirî belge kirin, ev yek jî di dema di navbera derbasbûna Rûsya ya leşkerî ji bo Sûriyê, û ta îmzekirina daxuyaniya agirbestê, û Toreyê destnîşan kir ku ew êrîş heta piştî îmzekirina daxuyaniyê jî berdewam bûn.
Toreyê di rapora xwe ya Doh, roja Çarşemê de ku di jêr navnîşana (Hêzên Rûsya xaka Sûriyê bi teqemeniyên Enqûdî radixin), diyar kir ku wê rapora xwe li gor şehadeta 21 şahidhalên rizgarkirî ji bûyeran û çalakvanên ragihandinê yên xwecihî amade kiriye.
Raporê got ku hêzên Rûsya”Bêtir ji rêjîma Esed sivikatî bi birayra Komîteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî kiriye, ya ku bikaranîna teqemeniya Enqûdî qedexe dike”, û diyar kir ku 51 êrîş li her du parêzgehên Heleb û Idlibê hatine encamdan, û 3ê êrîş li deverên ku di jêr kontrola rêkxistina DAIŞê de ne, li herdu parêzgehên Reqa û Dêrazorê.
Raporê da xuyakirin ku di wan êrîşan de 52 sivîl hatine kuştin, di nava wan de 13 zarok û 7 jin hene, û herî kêm 145 kes birîndar bûne.
Di vê derbarê de, Rêveberê Tora Sûriyê ya Mafên Mirovan, Fedil Ebdulxenî, da zanîn ku “Xaka Sûriyê bûye cihê bikaranîn û tecrubeya hemû coreyên çekên Rûsya, û radeya bandora wan, di heman demê de, bikaranîna teqemeniyên Enqûdî ji aliyê Rûsya ve li Sûriyê bi kêmanî nehate şermezarkirin. Û xuya ye wê di çend mehan de, teqnek çek ku bi qasî bi deh hezaran ji bombeyên biçûk yên Enqûdî bikar anîne, û tevahiya wan li deverên sivîlan hatine bikaranîn” .
Ebdulxenî lêzêde kir ku “Em hewceyên girêbestên demdirêj in, ji bo ku em ji paşmayên wan û birînên ku di nav welatiyan de çêkirine rizgar bibin, û divê Civaka Navdewletî alîkariya welatiyên Sûriyê bi alavên pêwîst û kesên pispor bike, da ku teqemeniyên nehatine teqandin bêne hilanîn”.
Raporê daxwaz ji Hikûmet Rûsya kir ku bilez bikaranîn û berhemanîna teqemeniya Enqûdî li Sûriyê rawestîne, û dest bi jinavbirina teqemeniya embarkirî bike, û tevlî Peymana Qedexekirina Bikaranîna Teqemeniya Enqûdî bibe, herwiha lêpirsîn derbarê hemû binpêkirinan de bê kirin.
Herwiha dîsa daxwaz ji Rûsya kir ku nexşeyên hûrgilî yên cihên ku êrîş bi teqemeniya Enqûdî birine ser belav bike, û wan bide Neteweyên Yekbûyî, û wan nîşanî gelê Sûriyê bide,” Ji bo hêsankirina jinavbirina paşmayên ku nehatine teqandin”.
Toreyê daxwaza qerebûkirina Civaka Sûriyê kir, nexasim kesên qurbanî û malbatên wan,”Ew jî bo hemû ziyanên ku wan êrîşan li dûv xwe hiştine”, herwiha daxwaz ji Encumena Asyişa Navdewletî kir ku bikaranîna teqemeniya Enqûdî li Sûriyê qedexe bike, û lêpirsînê bi Rûsya re veke derbarê binpêkirinên wê, û tekezî li ser giringiya derkirina daxuyaniyekê kir ji Encumena Mafên Mirovan û Komîteya Lêpirsîna Navdewletî, ku têde bikaranîna Hikûmeta Rûsya ji teqemeniya Enqûdî re protesto bike.
Jêder: Hevbendî