Rêxistina Lêborîna Navdewletî hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yên bi êrîşên esmanî li Sûriyê bi serkêşiya Amerîka radibin, han dan û daxwaza hewlên zêdetir kir ji bona nehêlana rûdanên kuştina sivîlan û herwiha daxwaza encamdana lêkolînan ji her binpêkirineka ligor yasaya mirovî ya navdewletî bibe kir.
Ku hin çalakvanan gotin ku pêr kuştarek li gundê Eltoxar li nêzîk Minbicê li gundewarê Helebê ji aliyê hêzên Hevpeymaniyê hat pêkanîn û têde zêdetir ji 125 sivîlan bûn qurbanî.
Her bi vê yekê, duhî roja çarşemê, Enes Ele’bide, Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, nameyek ya bilez şand ji wezîrên derve yên dewletên Hevpeymaniya Navdewletî re, û têde daxwaza rawestandina oparesyonên esmanî bi awayekî bilez kir ji bona encamdana lêkolîneka berfireh di heman bûyerê de, hevdem cext kir ku ev lêkolîn netenê ji bona “dubare şopandina rêşûnên oparesyonên bên di paşerojê de lê herwiha ya pêwîst e ku berpirsên vê binpêkirinê bêne dadgehkirin”.
Îro di raportekê de, Maxdalîna Mixrbî, cîgira rêveberê bernameya rojhilata navîn û bakurê afrîka di rêxistina lêborîna navdewletî li ser malpera xwe ya fermî got ku “bombebarankirina Eltoxar dibe ziyanek mezin li ser giyanê sivîlan di dema oparesyonên Hevpeymaniyê de, û lewra pêwîst e ku doseyeka lêpirsînê ya serbixwe û zelal û bi zûtirîn dem bête vekirin, ji bona destnîşankirina berpirsyaretiya wê, û çawaniya dûrkirina sivîlan ji ziyanên bêsedem, û pêwîst e her binpêkerek ji yasaya mirovî ya navdewletî re bête dadgehkirin, û herwiha pêwîst e qurbanî û xêzanên wan bêne qerebokirin”.
Herwiha Rêxistina Lêborîna Navdewletî behsa hin êrîşên din kir, yên tên goman kirin ku ji aliyê Hevpeymanan hatine encamdan, û ji aliyê xwe ve Hevpeymaniyê gotinên kuştina sivîlan bi destê hêzên xwe di piraniya êrîşan de red dike, bi awayekî ku dibe car car sivîl bi sedema êrîşan bên kuştin.
Jêder: Hevbendî