Behayê kelupelên xwarinê li bazar û taxên Heleba rizgarkirî bilind bû, û hin li bazaran neman, bi sedema girtina riya Kastêlo ,ji aliyê hêzên rêjîma Esed û milisên alîgirên wê ve, û ew tekerê ye ku bajarê helebê bi derdorê ve girêdide,.
Û nîşanderê behayan ligor ajansa “Smart” ya behayên keresteyan li piraniya bazarên Sûriyê dişopîne, diyar kir ku nirxê kereste û kelupelan li bazarên Helebê û navçeyên rizgarkirî, ji nehê vê heyvê de pir bilind bûne û gihiştine pêverên dîrokî ku ti caran weha nebûye.
Ligor lîsteya belavbûyî ya behayan, nirxê şîrê zarokan ji 3700 lêreyî gihişt 8 hezar lêreyên Sûrî, herwiha nirxê petatan ku xwarinek serekî ye bo sifra xêzanên Sûriyê di rewşa niha ya abûrî de, ewjî bi sê qatan bilindtir bûye, ku nirxê wê li 9’ê tîrmehê gihişt 500 lêreyan ji şûna 125 lêreyan.
Dîsa ligor nîşanderên ajansa Smrat ku li roja sêşemê, şînahî û zerzewat û mêwe bicarekî li bazarên Helebê nemane, nemaze bacan û dolmik û xes û xiyar û sêv û perteqal, yên ku ji gundewarê bakur dihatin.
Encûmena xwecihî ya Helebê, roja 13’ê tîrmehê, rênimayek li ser bazarganên taxên rizgarkirî belav kir û têde destdanîna ser keresteyên xwarinê û sûtemeniyê qedexe kir, û cîgirê encûmena xwecihî Zekeriya Amîno got ku wan rênimayek din derxestiye ji bona qedexekirina ambarkirina keresteyên “serekî”, ku binpêker wê ligor yasayê bêne sizakirin.
Herwiha Enes Ele’bide, serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, di kongirekî rojnamevanî de, daxwaz ji dostên gelê Sûriyê kir ku dest ji bangewaziyan berdin û kar ji bona hilgirtina berpirsyaretiyên xwe yên siyasî û yasayî û rewştkarî bikin, û dibin çi nîr û rewşê de têkiliyan bi rêjîmê re nekin û got ku “dîtir bêdengî û yan bitenê sersaxîkirin nayê qebûlkirin ji her dost û birayekî”.
Jêder: Hevbendî + Smrat