Serokê Şanda gelê Sûriyê bo Danûstandinên Cenêvê “Es’ed El-Zu’bî” tekez kir ku mîlîşya Hizbulaha terorîst hejmarek mezin ji zarokan kiriye leşker, da ku beşdarî şer bibin, û rêjîma Îranê jî şebîhên nû ji milîsên mezhebî tevlî şer dike, da ku gelê Sûriyê bi kuştin bidin, û daxwaz ji Civaka Navdewletî kir ku tevbigere derbarê rawestandina hatina van milîsan ji bo Sûriyê, yên ku Îranê ji destpêka Şoreşa Sûriyê ve di leşkerkirina wan di nava wan milîsên Hizbulaha terorîst û Heşda Şe’bî de berdewam e.
El-Zu’bî gihiştina 4 hezar çekdarên Îranê di heyma vê heftiyê de bo bajarê Helebê eşkere kir, da ku tevlî zêdetir ji 80 hezar çekdar ji Pasdarên Îranê û milîsên mezhebî yên Efxanî yên ku li kêleka hêzên Esed li Sûriyê şer dikin bibin, da ku ziyanên xwe veşêrin.
El-Zu’bî diyar kir ku ew çekdar ji başûrê Şamê hatine, ku li wê de dihatin meşiqkirin, herwiha hin çekdarên din ji deverên nêzîkî Helebê hatine, ku piraniya wan Îranî û Efxaniyê ku nasnameya Îranê bi wan re ne, da ku ziyanên Îranê qerebo bikin, ku navborî naxwaze eşkere bike.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê daxwaza tevgereke navdewletî û yasayî kir ku tawankariya Esed û Îranê li Sûriyê rawestîne, û parastina zarokan ji leşkeriyê û tevlîbûna wan ji bo şerê sitemkar ku bi ser gelê Sûriyê hatiye bike.
Jêder: Hevbendî+ El-Şerq El-Ewset