Di encama êrîşên asîmanî de yên ku balafirên Rûsya îro, sibeha înê li bajarê Idlibê, û li ser mizgeft û avahiyên sivîlan pêk anîbûn, 10 sivîl şehîd ketin, û zêdetirî 50 kesî birîndar bûn.
Herwiha Rêveberiya Idlibê ya sivîl roja Pêncşemê rewşa neasayî ya pijişkî, û amadebaşiya hemû taximên dermankirinê ragihandibû, bi vehewandina hejmarek mezin ji birîndaran li nexweşxaneyên bajêr, ev yek jî piştî ku hejmara şehîdan di heman rojê de gihiştibû 38 welatiyên sivîl, di heyama topbarankirina balafirên rêjîma Esed û Rûsya, û armanckirina bajarokên Tilminis û Sermeda, û her du bajarên Idlib û Mi’ret El-Nu’man.
Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê Mufeq Nêrebiyê got ku pirkirina êrîşên leşkerî dijî sivîlan ji aliyê rêjîma Esed û Rûsya ve, nêzîkî dema destnîşankirî ye, ya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatibû destnîşankirin, ji bo destpêkirina qonaxa veguhêz li Sûriyê, û herwiha destnîşan kir ku wê ev yek tirsa Hevbendiyê biçespîne derbarê rastiya Rûsya û Esed di operasyona siyasî de.
Û Nêrebiyê lêzêde kir ku Rûsya dixwaze çareseriyeke leşkerî li gor Beşar Esed û zilamên wî yên berpirs di ber tawan û komkujiyan de li Sûriyê durist bike, û tekez kir ku ev yek ji hêza gelê Sûriyê kêm nake di daxwazkirna bidestxistina azadî û rûmetê de, û veguhestina Sûriyê ji bo dewleteke sivîl û firenetewî ku her kes têde wekhev bin.
Nêrebiyê daxwaz ji hemû fesîleyên leşkerî kir ku lêvegerekê di stratejiyên xwe de çêkin, û tevlî ew kesên ku bijardeya derketinê ji bajarê Idlibê pêşkêş kirine bibin, da ku Encumena Xwecihî û polîsê azad rêveberiya bajêr bikin.
Herwiha bajar rastî pêleke mezin ya koçberiya sivîlan hat, ew jî bi aliyê bajar û bajarok û bexçeyên dedorê ve çûn, bi sedema êrîşên hovane yên ku balafirên Rûsyayê pêk tînin.
Ji aliyê xwe ve, Rêveberiya Perwerdeya Idlibê ya Azad paşxistina ezmûnên pola 9 û ya 12an ragihand, û ji xwendekaran xwest ku neçin dibistanan heta ku berdewamkirina ezmûnan cereke din ragihînin.
Desteya Ewqafa ya ser bi Rêveberiya bajarê Idlibê ve, nimêja Înê li tevahiya mizgeftên bajarê Idlibê qedexe kir, ji ber himbizbûna topbarana ku bi ser bajêr de tê.
Jêder: Hevbendî