Duh çarşemê 20 Tîrmehê çekdarên Partiya Yekîtiya Demuqrat PYD, li bajarê Kobanê, ciwanekî 16 salî piştî ku êrîşî mala wî kirin kuşt, li gor ku Ebdo Elûş endamê Xwecihiya Kobanê ya Encumana Niştimanî ya Kurdî, ji malpera me re ragihand.
Elûş nîşan da ku çekdarên PYD ciwanê bi navê Apiko Mihyedîn Qewas gulebaran kir, di dema hewldana girtina wî de bi behaneya ku ewî dizî kiriye û yekser Qewas jiyana xwe ji dest da
Elûş got ku nabe mirov bi vî awayî bê kuştin eger gunehek jî kiribe.
Jêder: Hevbendî