Duh Pêncşemê 21 Tîrmehê, hêzên PYD serkirdeyê di Partî Dîmoqratî Kurdistan Sûrya de Ebdulrehman Apo, û hejmarek ji kadirên heman partiyê (Rênas Abdul Rahman , Felemez Osman û Cemal Şêx Îsmaîl Zada) serbest berdan.
Di 4ê Adara bûrî de hêzên PYD Apo girtibûn, lê Osman û Zada di 10 Çiriya Pêşî de hatibûn girtin, her wiha Rênas di 7 Çilê Paşî de hatibû girtin.
hêjaye gotinê ku hê hin endamên din yê PDK-S di zindanên PYD ê de hene, mîna Ehmed Sîno Xelîl ji 15/9/2013 de girtiye – Idrîs Elo ji 8/11/2013 de girtiye – Ehmed Sîdo Osman ji 5/11/2013 de girtiye – Izet Kurdî ji 15/7/2016 de girtiye.
Jêder: Hevbendî