Desteya bilind ya danustandinan di civînên xwe de yên ji roja înê ve destpêkieine, biryar da li ser çarçova cêbicêkirina çareseriya siyasî, û dê roja çarşemba bê li Londonê paytexa Birêtaniya bi amadebûna wezîrên derve yên dewletên dostên gelê Sûriyê bê ragihandin.
Herwiha Desteya bilind ya danustandinan di daxuyaniyekê de ragihand ku ew çareseriya siyasî wek bijardeya serekî û stratîjîk ya desteya xwe dibînin, ya sercem hêzên opozisyona siyasî û şoreşgerî bi xwe ve digire, û daxuyaniyê amaje da ku bi rêka çareseriya siyasî wê daxwazên gelê Sûriyê yên bidestxistina azadî û rûmeta xwe bicih werin, ligor daxuyaniya Jinêv û biryara 2254 ya girêdayî bi dirustkirina desteyeke hikûmraniya veguhêz ya bi tevaya desthilatên cêbicêkirinê.
Desteya bilind pabendiya xwe bi piransîpên şoreşê û bi giringiya çûna Beşar Esed bi destpêkirina qonaxa veguhêz re û herwiha çûna her encamderên tawanên li dijî gelê Sûriyê tekez kir.
Û daxwaz ji NY kir, ku bi erkên xwe li hember tawanên li ser destê rêjîma Esed dibin rabe, û herwiha danîna sînorekî ji binpêkirinên rêjîmê re, û gerantîkirina cêbicêkirina biryarên navdewletî, û cext li ser giringiya danîna xişteyek demkî ji bona cêbicêkirina heman biryaran kir.
Desteya bilind got: ku “di dema niha de ya ku em têde, bi rastî kar ligel NY dikin, bo dariştina çarçovê cêbicêkirina biryarên navnetewî ji bo sivikirina barê xemên gelê Sûriyê, di heman dema ku rêjîma Esed berdewamiyê dide tawanên xwe li dijî miletê me, bi bikaranîna çekên qedexekirî ji napalim û bombeyên fisforî û yên weşî û tevî bikaranîna çekên kêmyayî yên bikaranîna wan di raporta NY de hat piştrastkirin, herwiha ku rêjîm hêjî berdewam e li ser kiryarên guhertina demografîk bi rêka kiryarên koçberkirina neçarî, ku ev yek derfetên çareseriyê yên em ji bo wan kar bi hevkariya NY dikin jidest didin”.
Jêder: Hevbendî