Artêşa Azad karî gundê Elra’î li bakurê Helebê kontrol bike û bi Cerablisê ve girêde, û şoreşgeran bi vê yekê bi carekê rêxistina DAÎŞ ji sînorê Tirkiyê dûr xistin, û nêzîkî 90 km ji hêla sînorî ligel sînorê Tirkiyê kontrol kirin.
Hin çalakvanan ragihandin ku şoreşgeran û di çarçovê qonaxa duyem ya oparisyona “Mertala Feratê” û piştî şer û pevçûnên dijwar li dijî rêxistina DAÎŞê, kontrola xwe bi temamî sepandin li ser gundên Bab Leymûn û Silsila û Xelîliyê û Hac Walî û Til A’sid li rojhilatê bajarokê Elra’î û gundê Tiwêran li başûrê wê û gundên Xenmê û Siwêda bakur û Boranoyê li rojavê Cerablisê, û têde hin çeteyên rêxistina DAÎŞ’ê kuştî û birîndar ketin.
Duhî û di hevdîtineka şîv xwarinê de ya Bin Elî Yeldirim serokwezîrê Tirkiyê ligel paybilind û serkirdeyên navçeya rojhilat û başûrê welat, û nûnerên rêxistinên sivîl di hotêlekê de li Amedê, got ku “bi dirêjahiya 91 km ji navçeya sînorî ligel Sûriyê ya di navbera herdu bajarên Cerablis û Azazê de bûye navçeyek aram, û têde hemû rêxistinên terorîst hatin têkşikandin”.
Niha artêşa azad xwe amade dike bo qewitandina rêxistina DAÎŞ ji bajarê Babê, ku wê dibîne armancek serekî ji şerê “Mmertala Feratê” re.
Jêder: Hevbendî + Wekalat