Bi serperiştiya Desteya Hecê ya Bilind a Sûriyê, ya ser bi Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê ve ye, derdora 11 hezar welatiyên Sûriyê gihiştin bajarê Mekê, da ku
perest û rêûresmên Hecê pêk bînin.
Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştîmaniyê Ebdulîlah Fehed got ku beşê mezin ji Heciyên Sûriyê gihiştin bajarê Mekê, û xwe amade dikin da ku di rojên bê de perest û rêûresmên Hecê pêk bînin.
Fehed ku ew bi xwe serokê Şanda Hecê ye lêzêde kir ku xizmetguzariyên ku ji Heciyan re têne pêşkêşkirin bi awayekî baş birêve diçin, û destnîşan kir ku Şanda Pijişkî ligel Heciyan e, û guhdanê li wan dike.
Û tomarkirina Heciyên Sûriyê li ofîsên destnîşankirî yên Desteya Bilind ya Hecê pêk hat, û Desteya Hecê take deste ye ku kaxeznameyên kesên ku dixwazin biçin Hecê birêve dibe, û ti aliyekî din li Sûriyê ne ji mafê wî ye vê yekê bike, û di nava wan de rêjîma Esed.
Hevbendiya Niştîmaniyê desteyek e, ji bo birêvebirina tedbîrên Hecê û amadekirina tedbîrên pêwîst ji bo xizmet û guhlêdana Heciyên Mala Xwedê yên Sûriyê pêk anîbû, ku ew tedbîr ev in, tevahiya karûbarê tomarkirinê, pêşkêşkirina daxwaznameyan, derkirina Vîzeyên pêwîst ji dergehên sînorî yên Siûdiyê, herwiha bidûvçûna operasyonên veguhestin û bicihkirinê li Mekê û Medînê û perestên pîroz û karûbarên Tewafê.
Tê zanîn ku Desteya Hecê rêkftinek ligel Wezareta Hecê ya Erebistana Siûdî derbarê van erkan berya du salan anko di sala 1434 K îmze kiribû, û çar ofîs li her yek ji Libnan-Mesir-Tirkiyê-Urdin) hatibûn vekirin.
Jêder: Hevbendî