Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê diyar kir ko hewdanên Rêjîma Esed û hevalbendên wê ko dixwaze dîsa bajarê Helebê dorpêç bike, derfetên lidarxistina peymana navbera Emerîka û Rûsya ji bo dîtina çareseriyekê ji Sûriyê re têk dibe.
Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Ebdilehed Sitêfo got ko aliyek heye naxwaze agirbest pêk bê û naxwaze çi lihevkirin jî çê bibe. Ev diyar dibe dema ko Rêjîma Esed û şirîka wê Rûsya û milîtanên ko li rex wan şer dikin, şer û dorpêçê li taxên Helebê yên Rojhilat dîsa pêk tînin.
Stêfo bal kêşand ser ko Rêbaza Esed ya kuştinê hêj berdewam e, û naxwaze ko lihevkirineke agirbestê çê bibe ko nehîle danûstandin dîsa vegerin, çimkî cîbicîkirina biryarên navdewletî yên derbarê Sûriyê eger jidil û rastî pêk bên, dê Rêjîmê mecbûrî maseya danûstandinan bikin û bihêlin desthilatdariyê berde.
Her wiha Endamê desteya siyasî Yasir Elferhan, tekez kir ko Rêjîma Esed êrîşên xwe pir dike tevî hewldanên welatên herêmê û yên navdewletî ji bo rêkeftinekê derbarê Sûriyê pêk bînin, ji ber ew dixwaze hemû çareseriyan têk bibe.
Elferhan destnîşan kir ko sistiya civaka navdewletî û di serî de Emerîka di danûstandina bi Rêjîma Esed û hêz û milîtanên wê re ji roja pêşî ve, hişt ko Esed hemû xêzên sor derbas bike, û hişt ko karûbarê rastkirina terazûyan li ser xakê û rizgarkirina Sivîlan û danîna operasiyona siyasî li ser rêka dirist, bibe mijareke bêçare.
Jêder: Hevbendî