Di encama bûyerên ku li bakurê Helebê rûdidin, koçber li herêma Efrînê hin bi hin zêde dibin .
Li kampa Robar Hejmara koçberan gihşte 600 malbatî, her wiha jimara malbatên ku li bajarê Dêrcamalê bi cih bûne gihişte 500 malbatî..
Rêxistinên hewarçûnê li gor derfetên xwe alîkariya koçberan dikin lê hê jî pêwîstiya xelkên koçber bi alîkariyê heye, nemaze ku Partiya Yekîtiya Demoqrat PYD rê nade koçberan ku derbasî Efrînê bibin eger kefîlên wan nebin.
Jêder: Hevbendî