Desteya Bilind Ya Danûstandinan, hişyarî da der barê ku “rêkeftina rawestandina karên dijminkarî” nêzî henasên xwe yên dawî dibe, û bibe wek bidawîhatî, û wê di encamê de rewş pir aloz bibe û wê têkeve qonaxekê de ku wê kontrolkirina wê pir dijwar be, û her weha got ku” wê berdewamiya prosesa siyasî dijwar bibe, û wê rastgoya çavdêrên wê têkeve taqîkirinê de, da fişarên rastyeqîne li ser Esed pêk bînin, ji bo wî neçar bikin ku van binpêkirinan rawestîne”.
Û di daxuyaniyekê de ji hevrêzkarê giştî yê Desteyê, Riyad Hicab, arasteyî Encumana Ewlekariyê û emîndarê giştî yê rêxistina Neteweyên Yekbûyî Ban kî Moon kiribû, têde pir giringî dabû ku divê rêjîma Esed yekser biryarên navdewletî pêk bîne, ji bo cîbecîkirina pirosesa veguhestina siyasî, li gor di daxuyaniya Cinêva yekem de sala 2012 û biryarên Encumana Ewlekariyê û bi taybetî biryara 2254 ya 2015 de hatiye.
Û daxuyaniya Desteyê tekez kir ku rêjîma Esed û bi piştgiriya Rûsiya û milîşyayên din, hîna kuştinê li Sûriyê dikin tevlî hebûna rêkeftina agirbestê, ku vaye Rêkeftina Agirbestê ket roja xwe ya 35 an de û hîn rêjîma kuştin û tawanan, teror û kuştina xwe ya rêbazkirî ji gelê Sûrî re bi xemsarî berdewam dike, bi alîkarî û beşdarbûna nandozên Rûsiya û Îran û Îraq û Hizbullah a terrorist û ji bilî wan jî ji milîşyayên mezhebperest.
Û desteyê amaje bi komelkujiya ku roja pêncşembê li bajarokê Dêr Elesafîr ya Xûta Rojhilat ya Gundewarê Şamê çêbû kir, ya ku di encamê de 33 sivîl bûn qurbanî. Û daxuyaniya Desteyê , ew daxuyaniyên rojane yên rewşa kirêt ya ku rêkeftina agirbestê têre derbas dibe belge dikin, di bîra Encumana Ewlekariyê û Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî de anîn, û her weha got ku raporên” Kum Sipiyan” bi zelalî diyar dikin ku Rêjîm û hevalbendên xwe ji roja yekem de, di binpêkirina Rêkeftinê de û rêzlênegirtina wê bêyî tirsa ji encaman berdewam in.
Jêder: Hevbendî