Desteya bilind ya danustandinan tekez kir ku giring e Civaka Navdewletî bi erk û berpirsyaretiyên xwe ji bona çareserkirina doseya girtiyan di girtîgehên rêjîma Esed de rabe, ji bona rawestandina kuştin û bendkirina azadiya xelkê Sûtiyê, û ev yek bi “bobilatek mirovî” binav kir.
Herwiha Desteyê îro, roja înê û di daxuyaniyekê de cext li ser pêdagiriya xwe kir li ser mercê serbestberdana girtiyan û rakirina dorpêçkirina li ser bajaran û derbaskirina alîkariyên mirovî bo hemû navçeyan wek piransîpekî di serê pêvajoya danustandinan de, û di daxuyaniyê hat ku “ew piştgiriya destên dilsoz ên bi hilmeta ” Girtî di.pêşiyê de” dirabin dike, û li kêlek wan di hemû çalakiyan de diraweste”.
Di daxuyaniyê de hat ku çalakvanên Sûriyê rewştên rûmet û azadiyê di derûna xelkê wê de hejandin, û li hemû bajaran bersiv da, û Şoreşa Sûriyê bi keda wan dilsoza destpê kir, hin ji wan şehîd bûn ji bona azadiya gel û welat û hinjî hatin girtin û revandin”.
Daxuyaniyê bal kişand ku hemû rewştên mirovîniyê û piransîpên navdewletî dakokî li ser azadiya raderbirînê kiriye, û amaje kir ku hemû destpêşxeriyên herêmî û yên navdewletî ji bona dîtina çareseriyek siyasî di Sûriyê de tekez li ser serbestkirina girtiyan kirine wek bingeha çareseriyê.
Jêder: Hevbendî