Rêxistina “kîr” ya cîhanî, bi helkeftina Roja Cîhanî Ya Nehêlana Karkirina Zarokan ya ku di 12 vê meha hezîranê de ye, hişyarî da der barê ku ev tiştê li sûriyê dibin bi şêweyekî yekser bandorê li siberoja zarokên Sûriyê dike, ji ber ku gelek ji wan neçar bûne ku kar bikin ji bo dabînkirina gepa nan.
Û wê rêxistinê di raporeke xwe de got ku hîn bidehên hezaran ji zarokên Sûriyê tevlî sûka kar dibin, ku ew tişt dibe sedem ku tûşî rewşên dijwar û keysjêanînê bibin.
Û Toreya Sûrî ya Mafê Mirovan , di raporeke xwe ya nû de ku hefteya bûrî derxistibû, bi navê”Zarokên Sûriyê .. Firiştên Çeng Sikestî Ne”, got ku rêjîma Esed tenê zêdî 19 hezaran kuştiye, ji tevaya hejmara kuştiyan ku 21hezar e ji destpêka şoreşa Sûriyê di 11 azara 2011an de, her weha 297 zarok bi guleyên segmanan hatine kuştin, û 159 kes ji encama eşkencedanê mirine.
Û raporê diyar kir ku hejmara zarokên girtî giha 10 hezaran, her weha raporê hebûna 37hezar zarokên sêwî belge kir, û ziyan gihaye 4083 avahiyên hînkirinê, û wê hişt ku zêdî 2 milyon zarokî di hundurê Sûriyê de ji xwendinê bêpar bibin.
Û “Rêxistina Kar” ya navdewletî hejmara zarokên ku li Urdunê kar dikin bi zêdî 100 hezar zarokî texmîn kir, ku berî qeyranê 33 hezar bûn, û nêzî 40% ji wan, karên dijwar û metirsîdar dikin, wek karê li rawestgehên timbêlan û karê mîkanîsyaniyê, û zêdî 90 hezar zarokê Sûriyê dewamê xwe yê dibistanê nakin.
Û rêvebira rêxistina “kîr” ya cîhanî li Urdunê, Selam Ken’an got ku gelek ji zarokên penaberan li Urdunê û deverê dûrî xwendinê ketine, ji ber ku ew neçar bûn ku bibin malxoyên tekane ji malbatên xwe re.
Û Ken’an dibêje ku parek ji sê parên malbatên Sûrî li Urdunê bi serpereştiya jinan e, û pirê caran jin ditirsin ku rastî karine ne li gor wan bên, û zehmetiyê dibînin dema li karekî ku pereyên wî garantîkirî bin digerin, ji lewra ew neçar dibin ku zarokên xwe têxin kar de ji dêvla ku herin xwendinê.
Û Ken’an pereyên ku her zarokek Sûrî bidest dixîne bi şêweyek orte tenê 40$e di mehê de.
Û Saziyê ji civaka navdewletî xwest ku alîkariyek bêhtir bidin penaberên Sûrî û dewletên ku mêvandariya wan dikin, û Ken’an dibêje ku ” eger jêderin dahatiyên darayî û jiyaneke aram neyên dabînkirin, wê hejmara zarokên ku neçarî kar dibin zêdetir bibe, û rewşa wan xerabtir bibe û wê ji xwendinê bêpar bimînin”.
Jêder : Hevbendî