ENKS’ê kiryarên bi kîn û newêrekî yên PYD’ê pê radibe ji şewtandina nivîsîngehan û girtina siyasiyan û talankirin û destdanîna ser samanê xelkê şermezar kir, û da zanîn ku ev kiryar dibin hokarê zêdebûna parçebûn û nakokiyan di şeqama kudî û cemewerê kurdî de.
Herwiha ENKS’ê bang li rêxistinên piştgir ji azadî û demokratîiyê re di cîhanê de kir, da destwerdanê bikin ji bo rawestandina van kiryarên metirsîdar yê PYD’ê pê radibe, ku armanca wan di serî de pûçkirina jiyana siyasî ye, û hewldan in ji bo çespandina hikumê yek partiyê û mokimkirina binyatên yekaliya partayetî û dêktatoriyetê di navçeya kurdî de li Sûriyê.
Hêjayê gotinê ye ku şeva çarşemê 9/6/2016 an, hin çekdarên PYD’ê êrîşî nivîsîngeha PDK-S’ê li Amûdê kirin, û pencer û dergeh şikandin, û amûrên eletrîkê wek laptop û amûrên pêwendiyê dizîn û bi tiştên din lîstin û tevlîhev kirin û yên man şikandin.
Jêder: Hevbendî