Îro desteya dada veguhêz ya hikûmeta Sûriya demkî , hevdîtinek rawêjkarî li dar xist derbarî pêşxistina bingeha rênimayan ya navendî , bo dîkomêntkirina binpêkirinên mafên mirov ya ku di meha sibata bûrî de hatî damezrandin. û di çavpêketineke taybet de ya nivîsîngeha ragihandina Hevbendiyê digel Ridwan Ziyada serokê Desteya Dada Veguhêz got ku :” hebûna Bingeha Rênimayan Ya Navendî bo dîkomêntkirina binpêkirinên mafên mirov di Sûriyê de, pirojeyekî nîştimanî ye pêdiviya wî bi tevahiya bizav û şiyanên karmendên di vî warî de bêne bikaranîn heye da bigehin sîstemeke kompûterî ku tevaya pêdawîstên qûnaxa veguhêz pêk bîne û ji bo dema vêqunaxa veguhêz û bandora wê li ser gel kêm bike, bi anîn zanyariyên wird û belgekirî ji bo bide aliyên pêwendîdar ji bo lêpirsînê digel tawankaran bikin û kesên ku ziyan gihane bên bexşandin ” ku armanc ji pêşxistina Bingeha Rênimayan bo pêşkêşkirina xizmetgozariyan bo Dada Veguhêz di Sûriya de; ku ewe pêşkêşkirina belgeyên pêwîst bo tawanên dadgehan û destnîşankirina qereboyên pêwîst bo qurbaniyên komelkujiyên xwînewî yên ji encama siyasteta zordariya Esed. ku Bingeha Rênimayan di binyata xwe de li ser binereta serjimêriya barudoxên kuştinê ji derveyî çarçova zagonî dirabe, zêdebarî doxên desteserkirina kotekî ya dijî sivîlan, û doxên windakirina kotekî yên ku hemwelatiyên Sûrî di destpêka Şoreşê de tûşî bûyîn”. û serokê desteya navborî gotina xwe bidawî anî û sedemên hevdîtina xwe ya îro bi çalakvanan re diyar kir û got:” ku ev binema ya ku endezyarên taybetmend û pisporên nîştimanî yên bilind serpiştiya wê dikin, pêdiviye pêwendiyên xwe mikom bike digel çalakvanên di hindur bajarên Sûriya de, bo xudan kirina vê binemaya eliktronî û bilez kirina karê dada veguhêz di Sûriya de”. li aliyekî din E´mar Tibab serokê doseya windabûyên kotekî di sûriya de da zanîn ku roja 30 tebaxê bîranîna roja vî fayîlî ye ” ya ku bi mirov ve tête girêdan bêhtir ji girêdana wî bi siyasetê re, û erkekî mirovî û zagonî ye mirov çarenivîsa van windabûyan bişopîne. Ku windabûna kotekî ; ku desteserkirin e yanjî revandin e, bê diyar kirina cihê wan yan çarenivîsa wan bi armanca rê bête girtin li parastina wan ya zagonî”. û herwiha got ku :” ew kesê desteserkirî mîna serbazekî nepenî ye bo girtiyan bi xwe, û zanîna cihê wî erkekî mirovî û zagonî ye, delîve bo zagonê tête dan ku doseya wî bi şopîne li gor rênima û yasayên hatîn destnîşan kirin di çarçova rêbaza yasa navdewletî de”.
Jêder : Hevbendî.