Desteya danûstandinan ya Sûrî got ku wê pêşkeftinên meydanî û zêdebûna êrîşên leşkerî yên ko rêjîm û Rûsya û Îran pêk tînin gengeşe kirine, her weha rewşa bobelatî ya gelek herêman ji ber bikaranîna çekên corbicor yên qedexeya navdewêetî, û jêrxan û nexweşxane û navendên hawarhatinê amanckirine.
Desteyê di daxuyaniya xwe de got ko wê di civîna xwe ya vê qonaxê de li Paytexta Siûdiyê li Riyadê, û danûstandinên bi gelek aliyên kartêker re ji bo êrîşên rêjîmê rawestînin, ko hemû biryarên navdewletî binpê dike û tawankariyên li dijî mirovîniyê û yên cengî pêk tine gengeşe kirine.
Desteyê bal kişand ser ko wê mijara pirosesa siyasî ya gihanê û pêvajoya danûstandinên Sûrî yên li jêr sîwana Netewên Yekgirtî û şiyanên şandyarê navdewletî Stîvan Dî Mistora bo damezirandina komîteke destûrî gengeşe kir.
Desteyê got li kirde û têkilî û serdanên ko bi civaka navdewletî û dewletên Erebî re kirine nirxandine, û li ser helwesta xwe di hemû danûstandinan de ko lêvegera Netewên Yekgirtî ji bo hemû qonaxên pirosesa danûstandinê tekez kir, û giringî dan cîbecîkirina hemû hûrekên biryara 2254ê û daxuyaniya Cinêva1, û desteyeke desthilatdariyê ya bi hemû erk û karûbaran damezirînin.
Û destnîşan kir ko endamên desteya danûstandinê digel tîma şandyarê navdewletî hemû tiştên bi pirosesa danûstandinê ve têkildar gotûbêj kirin, û daxuyaniya desteyê anî ziman ko ‘’gelek pirs ji aliyê endamên desteyê ji endamên tîma şandyarê navdewletî bûn û nerînên xwe li ser xalên pêdiviya wan bi ronîkirinê heye gotûbêj kirin. ‘’
Desteyê agahî da ko girngiyê bidin xalên bingehîn bo damezirandina komîta destûrî û nexasim “lêveger û rewşa pêkhatiyên wê û pîvanên bijartina nûneran‘’, di dawiyê de diyar kir ku “nameyên diyar û xuyanî ji şandyarê navdewletî re Stîvan Dî Mistora re şandin e‘’ .
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî