Artêşa Sûrî ya azad ragehand ko wê rêkxistina Daiş li gundewarê Idlib bi yekcarî têk bir, piştî ko roja sêşembê bi dehan endamên wê xwe radest kirine.
Toreya Beledî Niyûz ya xwecihî ko ji jêderekî leşkerî guhastiye got “ Endamên rêkxistina tirorist dest bi radestkirina xwe kirine” . destnîşan kir ko ‘’hejmara endamên xwe radest kirine 350 ne, 80 ji wan birîndar û jin û zarok in. ‘’
Artêşa Sûrî ya azad tekez kir ko endamên rêkxistinê bi rêjîmê re di peywendiyê de bûn. Û di daxuyaniyekê de îro sêşembê got: ‘’ vekolîn dê ji xelkê re diyar bikin ko hevkarî di navbera rêjîmê û rêkxistinê de heye, û hevrêzkarî di navbera wan û yên piştgiriya wan dikin beredewam bû.‘’
Daxuyaniyê bêtir got ko ‘’piştî bidawkirina erkê rêkxistinê ko gundewarê Hemayê yê rojhelat radest kirine, rêjîmê rê li ber wan hêsan kiriye tako derbasî herêmên rizgarkirî bibin li bajarê (Elxwîn) tako li dijî alayên artêşa azad piştgiriya wê bikin ‘’ . û bal kişand ser ko şoreşgeran ‘’ berevanî kirin û pilana wan têk birin û ew neçar kirin ko xwe radest bikin.‘’
Daxuyaniyê destnîşan kir ko ‘’ radestbûna endamên rêkxistinê hat piştî pevçûnên tund digel artêşa azad li bajarê Elxwîn li gundewarê Idlib yê başûr ko çend rojan berdewam kir, û bi dehan ji wan hatin kuştin û birîndar bûne.‘’
Şoreşgeran gotin ko wê ‘’hêsîran li gora dadwerî û yasayê û pêdiviyên ewlehiyê li wan binêrin ‘’ . ji civaka navdewletî jî xwestin ko bilez çeteyên Esedî yên tawankar dadgeh bikin, yên ko tiroristî derkirine û li gelek cihan bikar anîne tako tawankariyên xwe derheqê miletê Sûrî de binixumînin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî