Desteya Bala ya Danûstandinan daxwaz ji Yekîtiya Ewropî kir, ko ne tenê Rêjîma Esed siza bikin, lê divê siza bigihêjin şirîka wê ya mezin Rûsya jî, û daxwaz kir ko Tawanên tên kirin ber bi Dadgeha Navdewletî ya Tawankariyan ve bişînin.
Desteya Danûstandinan di daxuyaniya xwe de got: “Rastgoya Yekîtiya Ewropî li ber têkçûnê ye eger Rûsya wisa tawankariyên xwe yên cengê li Sûriyê berdewam bike bê ko kes wê rawestîne. “
Di Daxuyaniya xwe de bêtir got: “nabe ko hin dewletên endam di Yekîtiya Ewropî de Rûsya biparêzin û fişarên durst û yasayî li ser sivik bikin, tev ko ew yekser dikarin bobelatan li Heleba Rojhilat rawestînin.”
Desteyê salixê rewşa Heleba Rojhilat da”ko ew bobelateke mirovî ye, û pêdiviya wê bi pêrabûnên lezgîn heye tako bombebaranê rawestînin û dorpêçê rakin.”
Her wiha Desteyê ji Yekîtiya Ewropî daxwaz kir ko alavên sizakirinê li derveyî Encûmena Ewlekariyê kartêker bike û ji Dadgeha Navdewletî re bişîne.
Jêder: Hevbendî+Enadol