Rêkxistina Yasa doh Duşembê 17.10.2016an li Hewlêrê xuleke rahênanê di biwara Civaka Sivîl û dewleta qanûn û dîmuqratiyê de dest pê kir, hin serpereştên Encûmena Niştimanî Kurdî û Komîta yasayî ya Encûmena Niştimanî Kurdî ya ko ji hindir hatiye, û hin kesên serbixwe yên guhdanê li vê mijarê dikin, û hin mafnas ji rêkxistinên civaka sivîl têde beşdar bûne.
Li ser amanca xulê birêz Jiyan got ko rêkxistina Yasa berevaniya mafê mirovan dike û ji gava ko hatiye damezirandin sala 2005an, kar di biwara berevaniya mafên Kurdan û tevlêbûna revenda Kurd di nav civaka welatê mêvandar de dike.
Li ser çawaniya bijartina kesên beşdar, birêz Bedirxan tekez kir ko wan vexwendin ji nûnerên partiyên kurdî re şandine, tako kesekî an du kesan ji partiyên xwe yên ko pisporiya wan di vê biwarê de heye bişînin, û peywendî bi hin rêkxistinên civaka sivîl û hin kesên serbixwe û mafnasan re hat kirin.
Zehra Ehmed endama komîta yasayî ya Encûmena Niştimanî kurdî, û ew yek ji kesên ji hundir hatine ji bo beşdariyê di xuleyê de bike, got ko wan wek Nivîsgeha Yasayî, û li ser daxwaza Encûmena Niştimanî Kurdî, reşbelekek destûra Sûriya paşerohê amade kirine. Û dibêje di vê biwarê de ew bêir hewcedarî zanînê ne, û ev xulên wisa bi sûde ne, bi taybetî babeta fîdraliyetê û nimûneyên wê, ji bo nimûneya herî baş ji me gelê Kurd re bibijêrin.
Hatiye biryardan ko wê xule pênc rojan berdewam bike.
Jêder: Hevbendî