Birîtanya daxwaznameyeke taybet ji Encûmena Mafên Mirovan re, ya bi ser Rêkxistina Navdewletî ve pîşkêş kir, da rûniştinek roja înê ji bo gotûbêjkirina rewşa têkçûyî li Helebê lidar bikeve.
Daxuyaniya Netewên Yekbûyî destnîşan kir, ko gotara birîtanî got rûniştina taybet giring e”piştî têkçûna rewşa mafên mirovan li Helebê, û xwegirankirina rêjîmêa Esed û hevalbendên wê da pabendiyên xwe yên navdewletî der berê mafên mirovan pêk nayinin ”.
Birîtanya daxwazname ji dêvila 11 dewletên Rojava û yên Erebî ji nav wan jî Emerîka û hêzin herêmî yên piştgiriya şoreşa Sûrya dikin, ji bo Encûmenê ko 47 dewletan li Cinêvê pêk tê re şand.
Lê Rûsya daxwaz kir ko dengdan li dijî pirojeyê biryara taybet bi rewşa Helebê yê ko li pêşberî Encûmena mafên mirovan hatiye danîn bê kirin, nûnerê wê yê li bargeha Netewên Yekbûyî li Cinêvê Eleksî Borodafkîn got “pirojeyê biryarê dabînkirina sîwanekê ji tiroristan re amanc dike, û siza ye ji yên ko şerê wan dikin re” . û rastî ew e ku doh ji ber êrîşên asmanî yên Rûsî doh tenê bêtir ji 65 kesan li Sûrya şehîd ketin, ji nav wan jî 12 zarok û 9 jin û zarokek di hinavê dêya xwe de, ji wan jî 20 şehîd li Helebê û gundewarê wê piraniya wan bi êrîşên Rûsî yên li ser taxa Elmerce û Bistan Elqesir li bajarê dorpêçkirî jiyana xwe jidest dane.
Desteya Bala ya Danûstandinan daxwaz ji Yekîtiya Ewropî kir, ko ne tenê Rêjîma Esed siza bikin, lê divê siza bigihêjin şirîka wê ya mezin Rûsya jî, û daxwaz kir ko Tawanên tên kirin ber bi Dadgeha Navdewletî ya Tawankariyan ve bişînin.
Desteya Danûstandinan di daxuyaniya xwe de got: “Rastgoya Yekîtiya Ewropî li ber têkçûnê ye eger Rûsya wisa tawankariyên xwe yên cengê li Sûriyê berdewam bike bê ko kes wê rawestîne. “
Di Daxuyaniya xwe de bêtir got: “nabe ko hin dewletên endam di Yekîtiya Ewropî de Rûsya biparêzin û fişarên durst û yasayî li ser sivik bikin, tev ko ew yekser dikarin bobelatan li Heleba Rojhilat rawestînin.”
Desteyê destnîşan kir”gerek Yekîtiya Ewropî bizavên xwe di fişarê de bikin tako pêvajoya diblomasî ya nuha baş bibe, ji nav jî pêrabûnên li dijî takekesan hem li dijî saziyên Rûsî yên ko dihêlin Esed tawankariyên cengê li Helebê bike”.
Her wiha Desteyê ji Yekîtiya Ewropî daxwaz kir ko alavên sizakirinê li derveyê Encûmena Ewlekariyê kartêker bike û ji Dadgeha Navdewletî re bişîne.
Jêder: Hevbendî+Acans