Duh duşembê şandeke desteya danûstandinên Sûrî giha Niyûyorkê ji bo li civîna Netewên Yekgirtî ya derbarê rewşa mirovî li Xûta rojhelat amade bibe, û şêwirê digel nûnerên dewletên ko piştgiriya şoreşa Sûriyê dikin bike, û tekeziyê li ser giringiya rawestandina operasiyonên leşkerî li dijî sivîlan li Sûriyê bike.
Şanda desteyê di destpêka civînên xwe de digel balyozê Elmanya yê li bal Netewên yekgirtî Kirîstov Hiyoscîn rûnişt û digel hev pêşveçûnên dawî yên meydanî û siyasî bi taybetî rewşa operasiyona leşkerî ya rêjîmê û piştgirên wê gotûbêj kirin. şandê got ku giring e lêvegerek li dariştina biryara navdewletî 2401ê bibe tako pabendiyê ferz bike û alavên çavdêriyê tê de hebin û siza jî ji aliyê ko cîbicî nekin re hebin.
Deste dibîne ko rengê biryar pê hatiye nivîsîn ‘’ rê da rêjîmê û yên piştgiriya wê dikin ku li gora xwe şirove bikin wek ko destûrdaneke be bo kuştina miletê Sûrî û berdewam bin di siyaseta çareserkirina leşkerî de, û çi pirosêsa siyasî û danûstandinê red dikin.‘’
Di heman mijarê de balyozê Elmanî tekez kir ko welatê wî bi xurtî piştgiriya cîbicîkirina biryara agirbestê dike, û di hevdîtinê de got ku “nepabendî ne bijarteye” û diyar kir ko Berlîn bizavê dike ko bigehên lihevkirineke navdewletî bo biryar cîbicî bibe.
Desteyê di daxuyaniyeke xwe de got ku şande di seredana xwe de dixwaze danûstandinê digel hemû dewletên endam di Encûmena ewlehiyê de bike, da wan deyne ber berpirsiyariya wan ya mirovî û yasayî beraber tawankariyên cengê yên li Sûriyê bi giştî û bi taybetî li Xûta rojhelat çêdibin.
Desteyê berpirsiyariya yasayayî bi tekûzî da ser milê Rûsya û got ku Mosko berpirsiyariya yasayî ya tekûz hildigire ji ber ko ew dewleta endama herdemî ye û hêzên wê yên leşkerî li Sûriyê li rex rêjîmê lidijî milet şer dikin.
Desteyê bal kişand ser ko Rûsya bûye hêza ko dikare fişarê bide ser rêjîma Esed û Îranê , û kare çareseriya siyasî bide pêş û biryara 2254ê bi tekûzî cîbicî bike, û xwîna tête rijandin rawestîne û operasiyonên koçkirina kotekî yên ko Îran cîbicî dike ji bo guhertina dîmugrafî pêk bîne û planên xwe li herêmê cîbicî bike rawestîne.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî