Serokê Desteya Danûstandinê Bedir Camûs, di civîna Komîteya Siyasî û Ewlekariyê ya ser bi Encûmena Ewropayê ve, duh Sêşemê, pêşketinên piroseya siyasî derbarê Sûriyê, bi amadebûn û beşdariya balyozên 27 dewletên Ewropî berçav kirin.
Û Serokê Desteya Danûstandinê bi hevkariya li gel endama Desteyê û Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Dîma Mûsa, gotarek derbarê nêrîna siyasî ji bo çareseriyê li Sûriyê û astengiyên li pêşiya pirosesa siyasî û di pêşî de redkirina rijêma Esed ji danûstandina li gel biryara 2254 pêşkêş kir.
Û Cemûs cextî li ser giringiya danîna stratejiyekê bi hevkariya civaka navdewletî ji bo danûstandina li gel vê rijêma ku her çareseriyeke siyasî red dike kir, da derfetên nû nedin rijêmê ji bo nikaribe bêserûberiyê gur bike bi armanca berdewamkirina tirajîdiya gelê Sûriyê li tevaya deveran.
Û di civîna bi amadebûna balyozên beşdar de, gotûbêjeke kûr û berfireh derbarê mîkanîzmayên cîbicîkirina biryara navdewletî 2254 û pêşdebirina proseya siyasî ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê li Sûriyê û deverê hat kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî