Desteya danustandinên Sûriyê cext kir ku hêzên rijêma Esed û milîsên Îranê û firokên Rûsî tawanên şer li Sûriyê pêk tînin bi riya bombebarankirina taxên nişteciyan bi çekên bitewşî û qedexekirî, û hişyarî da li ser têkçûna pirosêsa siyasî eger ev yek berdewam be.
Desteya danustandinê di daxuyaniyekê de got ku tişta li Xûta Şamê ya rojhilat û li seraserê Sûriyê dibe, ji bobilatên mirovî û qirkirinê, bi sedema berdewamiya rijêma Esed di yekalîkirina leşkerî de û redkirina tevlîbûna pêvajoya diyalokê ya ligor lêvegerên navdewletî li hember daxwazên rewa yên gelê Sûriyê yên ji bo pêkanîna veguhestina siyasî ber bi demokrasiyê.
Desteya danusandinê di daxuyaniya xwe de dît ku kar û kiryarên leşkerî yên Rijêmê û Rûsiya û Îranê û bikaranîna çekên corbicor û tevlî çekên qedexekirî, yasa navdewletî ya mirov û yasa mafên mirov ya navdewletî binpê dikin, û dibin sedemên bobelatên mirovî li pêşiya çavên cîhanê bê giringî bi jiyana jin û zarok û kalemêr û sivîlan bête dan.
Desteyê tekez kir ku berdewamiya bombebaranê ya dibe sedemê kuştina bi hezarên sivîlan, piroseya siyasî û danustandinê têxe li hember helwestekê tengav û dijwar, û gefan bi têçûna wê dixwe, û ev yek wê bibe zêdebûna bobilat û bargiraniyê li ser milet û wê bi nîgetîv karvedanê li aştiya navçeyê û cîhanê bike.
Desteyê daxwaza fişarên resteqîn li ser hevpeymaniya Rûsiya û Îran û Rijêmê kir ji bo bi awayekî tewaw pabend bibin bi biryara konseya ewlekariya navdewletî ya 2401 û bicihkirina wê û rawestandina sercem kiryarên keşkerî yên dibin fakterê peydabûna kuştarên mirovî.
Herwiha desteyê bal kişand ku ev kuştar “şermezariyeke ji bo civaka navdewletî”, û daxwaza gihandina alîkariyên mirovî bo navçeyên dorpêçkirî kir, û daxwaza aktîvkirina pirosêsa danustandinên siyasî ya li Cenêvê kir bi armanca pêkanîna veguhestina siyasî û bidawîhatina stem û terorê, û li ser pêwîstiya ku hemû aliyan xwe dûr bikin ji bizavên derveyî çarçoveya yasa navdewletî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî