Desteya Danûstandinê ya Sûrî ragihand ku ew dê civatên xwe yên rolane li Cinêvê herdû rojên înê û şemiyê yên dahatî li ser vexwendina Serokê Desteyê Bedir Cemûs li dar bixe.
Û Desteyê eşkere kir ku ew dê li gel tîma ofîsa taybet bi Şanderê Navdewletî bo dosya Sûrî Geir Pedersen hevdîtinan li ser pêşhatên dawî yên pêvajoya siyasî pêk bîne, û pêwîstiya karê cidî bo cîbicîkirina biryara 2254 û hewldana cîbicîkirina xalên biryarê bi awayekî tam û vebir.
Û amaje bi wê yekê kir ku dê Nûnerên Dewletan (Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya, Holanda, Swîsre, Yekîtiya Ewropî, Tirkiye, Îtalya, Danîmarka, Misir, Erebistana Siûdî, Qeter, Urdun) bo gotûbêjkirina dosya Sûrî bên vexwendin, bi armanca komkirina bizavên navdewletî ji bo piştgirîkirina proseya siyasî da ku azadî û dadwerî ji gelê Sûriyê re pêk were.
Û Desteya Danûstandinê a Sûrî diyar kir ku ew ê di çarçoveya plana Desteyê de ji bo vegerandina guhdanê bi doza Sûrî, hevdîtinan li gel rêxistinên civaka sivîl li dar bixe, her wiha rola rêxistinên civaka sivîl di piştgirîkirina pêvajoya siyasî de aktîv bike.
Û Desteyê amaje bi wê yekê kir, ku ew dê roja Şemiyê civîna xwe ya navxweyî bi amadebûna endamên xwe li dar bixe, da ku tekeziyê li ser mijarên sereke yên çareseriya siyasî bike, û pêwîstiya ku Netewên Yekbûyî bi erkê xwe yê sereke derbarê pirsa Sûriyê rabe, nemaze dîtina mîkanîzma cîbicîkirina biryarên Encûmena Ewlekariyê yên pêwendîdar, her wiha gotûbêjkirina pirsên navxwe û yên komîteyan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî