Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, pêkanîna hêzên rijêma Esed û Rusya ji 73 dijminkariyan re li ser navendên jîndariyê yên sivîl li bakur rojavayê Sûriyê ji 5ê çirîya pêşîn ya bûrî de heta 11ê çirya paşîn ya em têde, belge kiriye.
Û ev yek di rapora ku duh sêşemê derketiye de hat, û têde bibîr anî ku hêzên rijêma Esed di ber pêkanîna 69 dijminkariyan de berpisyar bûn, di dema ku firokeyên Rusya 4 êrîşên mayî pêk anîne, û êrîş li gundewarê Idlibê, gundewarê rojavayê Helebê, û li devera Deşta Elghab li bakurê rojavayê Hemayê pêk hatin.
Û li gorî raporê, di nav wan êrîşan de 24 bûyerên dijminkariya li ser navendên perwerdehiyê, 11 êriş li ser navendên pizîşkî û 12 êriş li ser perestgehan bûn.
Û Tora Mafnasî amaje bi wê yekê kir ku bombebarana hêzên rijêmê li ser bakur rojavayê Sûriyê di heyama ku raportê şopandiye de, di encamê de du komkujî dermafê sivîlan pêk hatin, û komkujiyek jî di encama bombebarana Rusya de pêk hat.
Û raporê kuştina 68 sivîlan belge kir, 24 zarok, 14 jin û 4 xebatkarên pizîşkî û mirovî di nav wan de hene, û hêzên rijêma Esed di ber kuştina 59 sivîlan de berpisyar in, di dema ku êrîşên asîmanî yên Rusya 9 sivîl kuştin.
Û Tora Mafnasî bal kişand ser ku gelek ji van êrîşan bi mebest deverên pir niştecih ên dûrî eniyên şer û avahiyên sivîl ku bi gelemperî zindî û qerebalix bûn bombebaran kirin, weke hewldanekê ku zirara herî mezin bigihîne binesaziya xizmetguzariyê ya ku niştecihên van deveran sûdê jê werdigrin, her wiha bûn sedema kuştina bidehên sivîlan û derbiderbûna bidehên hezaran ji malbatan.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî dît ku armanckirina navendên jîndariyê ji hêla rijêmê ve, armanc jê ew e ku fişarê li ser niştecihan zêde bike, û wan neçar bike ku xwe radestî rijêmê bikin, û tekez kir ku ev yek beşek e ji tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê yên ku rijêm dermafê sivîlan pê radibe ye.
Û Hevbendiya Niştimanî amaje kir ku ev belge civaka navdewletî dixe bin barê berpirsiyariyê ji bo sizakirina rijêma Beşar Esed li ser tawanên ku dermafê sivîlan pêk anîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî