Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, got ku tiştê li Gazaya Filistînê li dijî bimilyonan mirovên bêguneh pêk tê, tawaneke qirkirinê ye, di dema bêdengiya navdewletî de, ya ku weke çiraya kesk e ji tawankar re ji bo dijminkariya xwe berdewam bike.
Û Rehmê derbarê êrîşa hêzên Îsraîlî li ser Komelgeha Şîfa ya Pizîşkî ya li Gezeyê, got ku hêzên dagirker guh nadin yasa û pîvanên navdewletî, û her roj yasayên navdewletî binpê dikin, û berdewamiya armanckirina nexweşxaneyan bi vî awayê hovane, piştî dorpêçkirina wan, hewcedarî tevgereke navdewletî ye ji bo dadpirsînê û rawestandina tawanê bi rengekî yekser, ji bo ku rê li pêş komkujiyeke nêzîk, bi ser tiştê ku niha çêdibe de, bê girtin,
Û Emîndarê Giştî got ku danûstandina navdewletî bi doza Felestînê re, hêvî têk birin, nemaze ku hejmara şehîdên Filistînî digihêje zêdetir ji yanzdeh hezaran, û hejmara birîndaran gihaye bidehên hezaran, û Sûrî jî di vê rewşa bêhêvîkirinê re derbas bûn, dema ku ew di bin lêdana mûşekên rijêma Esed û hevalbendên wê de hiştin.
Û Rehmê pesnê palpiştiya gelê Sûriyê ji birayên wan ên li Felestînê re da, tevî êşên ku ji ber hovîtiya rijêma Esed û hevalbendên wê ji sala 2011an ve dikşînin, û tekez kir ku Sûrî û Filestînî hewl didin ku xewna azadî, serxwebûn û rizgarbûna ji diktatorî û dadgirkeriyê bicî bînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî