Desteya Danûstandinê ya Sûrî duh sêşemê civînek ji dûrve li Ofîsa Desteya Danustandinê li Cinêvê ji bo gotûbêjkirina mîkanîzma “gihandina alîkariyan di riya sînor e” bi amadebûna nûnerên Dewletên Dostên gelê Sûriyê û axêverin bi navê rêxistinên civaka sivîl yên Sûrî û navdewletî li dar xist.
Û Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Bedir Camûs di hevdîtina ku Desteyê daxwaza lidarxistina wê kiribû de, got ku me yek ji girîngtirîn mijarên ku bandorê li gelê Sûriyê dikin gotûbêj kir, ew jî çawaniya misogerkirina wergirtina alîkariyên mirovî yên pêwîst ji Sûriyê re ye.
Û Camûs got ku di çalakiyê de me li berdêlên yasayî ji derbaskirina alîkariyan di riya sînor re guhdarî kir, ew berdêlan ku rêxistin û saziyên mafên mirovan li gorî lêkolînên yasayî li ser wan xebitîne.
Û Camûs hişyarî da ji metirsiya rawestandina alîkariyên ku di riya xalên sînorî re digihêjin Sûriyan, her weha ji metirsiya bikaranîna mijarên mirovî di bazarên siyasî de.
Û Serokê Desteyê di civînê de tekezî li ser mafê Sûriyan di gihiştina daxwazên xwe de li gorî biryara 2254 ya Encûmena Ewlekariyê kir, û got ku ew yek hewcedariya wan ji alîkariyên mirovî yên berdewam re bidawî dike.
Û Desteya Danûstandinê ya Sûrî daxwaza berdewamkirina dorpêçkirina rijêma Esed û hevalbendên wê bi awayekî rasteqîn û kartêker û cîbicîkirina biryarên navdewletî û di serî de biryara Encûmena Ewlekariyê 2254an ji dewletên ku piştgiriya gelê Sûriyê dikin kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî