Şandeke Desteya Danûstandinê ya Sûrê, bi serokatiya Serokê Desteyê Bedir Cemûs, roja Duşemê li bajarê Stembolê, beşdarî di rûniştineke diyalogî de, li gel navendin lêkolînan yên Sûrî û lêkolînerin serbixwe û rojnamevanin Sûrî, ku bi hevrêzkariya li gel Yekîneya Piştgiriya Aramiyê hatibû birêvebirin kir.
Û Serokê Desteyê di destpêka rûniştinê de, pêşhatên dawî yên beşa siyasî ya doza Sûrî û encamên civînên Desteyê bi şanderên dewletan re yên li Cinêvê li dar xistine û hevdîtina bi nûnerê Netewên Yekbûyî Geir Pedersen re, her wiha hevdîtinên din ên ku li Brukselê li gel Komîteya Siyasî û Ewlekarî ya Yekîtiya Ewropayê ya hemû balyozên Yekîtiya Ewropayê têde bûn hatine lidarxistin berçav kirin.
Û Serokê Desteyê li ser astengiyên li pêşiya pêvajoya danustandinê û lawazbûna awayê danûstandina civaka navdewletî li gel derfetdîtina rijêmê ji pirosesa siyasî re û bikaranîna gelê Sûriyê û êşa wî weke karteke danustandinê bi civaka navdewletî re axivî.
Û Serokê Desteyê got: “Me nexşerêyek ji nûnerê navdewletî û dewletên hevpeyman û dost re pêşkêş kir, da rewş ji çarçoveya windakirina demê derkeve û ber bi rêya çareserkirinê li gorî biryara 2254 û biryarên navdewletî yên girêdayî çareseriya siyasî de biçe.
Û Cemûs tekezî li ser bizavên Desteyê yên ji bo lidarxstina civînên şêwirdariyê li gel cubecur rêxistin û hevkarên Sûrî û pêkhateyan ji bo bidawîkirina azarên gelê Sûriyê û gihiştina çareseriyeke siyasî ku li gorî daxwazên sûriyan û qurbaniyên wan ên mezin be kir.
Û di dawiya civînê de, Serokê Desteyê tekezî li ser giringiya hevrêzî û hevkariyê kir, li gor ku têkeve xizmeta doza Sûrî û hebûna wê li ser asta navxweyî û navdewletî xurt bike, wek beşekî ji plana Desteya Danûstandinê ji bo dîtina mîkanîzmayên nû, bi armanca kartêkerkirina proseya siyasî li gorî biryarên navdewletî da ku pêşketinekê di gihiştina çareseriyeke siyasî ya berfireh de pêk bîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî