Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrê Hadî Elbehra û Şanda pêre, hevdîtinek li gel hejmarek ji siyasetmedarên partiyên curbecur û kesin serbixwe û nûnerên Encumena Êl û Eşîrên Sûrî û karsaz û kesayetin kartêker û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên Sûrî û komele û kombendan li bajarê Mêrsînê yê Tirkiyê li dar xist.
Û Şanda Hevbendiya Niştimanî ji endamên Desteya Siyasî: Cihad Mirî Serokê Encûmena Êl û Eşîran, Selîm Elxetîb û Ebdilnasir Hiso û herdu endamên Desteya Giştî: Fadî Îbrahîm Rêvebirê Ofîsa Hevbendiyê li bajarê Mêrsînê û Ebdilmun’im Cinêd pêk dihat.
Serokê Hevbendiya Niştimanî şiroveyek siyasî li ser dawîn pêşhatên navdewletî û navçeyî yên derbarê çareya siyasî pêşkêş kir û tekezî li ser bandora van pêşhatan li ser Sûriyên li hundirê Sûriyê li hemû deveran û yên li derveyî Sûriyê li welatên penaberiyê kir. Û tekezî li ser girîngiya tevgera sivîl a aştiyane li Siwêdayê kir, ya ku heman hêvî û daxwazên gelê Sûriyê ji sala 2011an ve diyar dike û niha daxwaza cîbicîkirina biryara jimare 2254 (2015) ya Encûmena Ewlekariyê dike, wek tekane çareseriya siyasî ya domdar. Serokê Hevbendiyê tekez kir ku şert û mercên şoreşa Sûriyê ji destpêka wê ve heya niha dînamîkeke xwemalî peyda kiriye ku ti aliyek nikare wê kontrol bike û ew niha guhertinan di katwarê Sûriyê de peyda dike û tevgera Siwêdayê yek ji encamên wê yên erênî ye. Herweha got ku rewşa aborî ya Sûriyê û sîstema gendeliyê ya wê kontrol dike, bûye sedema rawestandina, mirov kare bibêje bi temamî, ji çerxa aborî re, êdî vegerandina gera aboriyê li navçeyên rejîmê nema pêkan e bêyî rêkeftineke siyasî li gor cîbicîkirina tam ji biryarên Encûmena Ewlekariyê jimare 2254 û hejmar 2118 re.
Û Elbehra bal kişand ser ku ev rewşa dijwar û jidestdana hêviyê li bal sûriyan ji ber necidîbûna civaka navdewletî di gihhiştina çareya siyasî de ye û baweriya bêhtirê wan ku her temenê rijêma li Şamê dirêj bibe, ew ê di heman siyasetên stemkarî û kontrola rêveberiyên gendeliyê de berdewam bike, ew dê tenê bêhtir wêrankirin û kuştinê ji gelê Sûriyê re bîne û nikare ewlehî, aramî û aştiya domdar dabîn bike, ev rastî dihêlin ku Sûrî berve bijardeya reva ji Sûriyê de herin û daxwaza penaberiyê ji dewletên derdorê û hin ji wan ji dewletên Ewropa û dewletên dîtir ên cîhanê bikin, ev jî tê wateya jidestdana samanê mirovî yê Sûrî û sermiyanê niştimanî bi awayekî berdewam û bilez. Û bal kişand ser zêdebûna hejmara sûriyên ku ji deverên rijêmê berve deverên ne di bin kontirola wê de diçin, di heman demê de bi sedan derbiderên deverên rizgarkirî rojane ji deverên ku lê derbider bûne berve deverên xwe yên resen vedigerin, nemaze bajarê Efrînê.
Û Elbehra tekez kir ku rewş ketwarekî Sûrî yê nû disepîne û ev guhertin di hin aliyên xwe de bandorên wê yên neyînî li ser gelê Sûriyê hene, ger ku pêngavin cidî bo çakkirina ketwarê deverên rizgarkirî li ser tevaya astên hikumdariyê neyên standin, nemaze di çarçoveya desthilata dadweriya serbixwe û destpak de, û kontirolkirina çekan û dîyardeyên çekblavbûnê di riya Wezareta Berevaniyê re û pêkanîna ewlehiyê di rêya hêzên asayîşê û polîsên sivîl ên ser bi Wezareta Navxwe ve re, bo sizakirina tawankaran, li gel rawestandina destdanîna ser malûmilkên taybet û yên giştî û çalakkirina piroseya aborî li wan deveran.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku pêkanîna wê pirojeya niştimanî divê di pêşî de ewlehî û aramîyê li deverên bakurê Sûriyê xurt bike, da bibe jîngehek ku veberhêneran bi alyê xwe de bîne û karibe derfatên kar bo çakkirina asta debara jiyana sûriyan dabîn bike, her wiha xurtkirina şiyana wan a berhemdanê. Û berdewam kir û got ku pêşvebirina bakurê Sûriyê pirojeyeke niştimanî ye, bi awayekî serkeftî cîbicî nabe, bêyî hevrêzî û hevkariyê di navbera Hevbendî û Hikûmetê de bi tevaya Wezaretên wê û encûmenên xwecihî, rêxistinên civaka sivîl û komele û odeyên bazirganî û pîşeyî û sendîka û yekîtî û kombend û partî û şepêlên siyasî û kesên şareza û pispor ve, û divê hemû kar li ser pêkanîna vê pilana niştimanî di rêya lihevparkirin û dabeşkirina bar û erkan û hevtemamkirina wan re ji bo pêkanîna armancên ku tên hêvîkirin.
Û Elbehra tekez kir ku divê Hevbendî weke serkirdeyeke siyasî û di rêya Hikûmeta Demkî re weke amûreke cîbicîkar re, rêveberiya piroseya vî karê hevbeş bike, da ji sûriyan re bijardeyên dîtir ên ji bilî koçberbûn û penaberiyê pêşkêş bike, bijardeya wan bibe mana li welêt da beşdariyê di nûavakirina wî de bikin û ji bakurê Sûrî de dest pê bibe, ji ber ku ew yeka dê bijardeyekê bide penaberên Sûrî li dewletên derdorê û dewletên cîhanê yên dîtir, ku ew bijardeya vegera ji def xwe û ya bi rûmet bo welêtê xwe hilbijêrin, li şûna rewşên dijwar yên ku têde li dewletên din dijîn, nemaze li Libnanê ji ber ku rûbirûyî binpêkirinên mezin û rêbazkirî dibin.
Û bal kişand ser ku pêşdebirina bakurê Sûrîyê dê fişareke siyasî li ser rijêmê û yên li gel wê mane çêbike, wê gavê dê ji kesên pê re bê xwestin ku rêyekê helbijêrin, mana li heman cihî û jidestdana pêşeroja zarokên xwe di bin siya rijêma ku wê deverê û Sûriyê bi tevahî berve herifandina tiştê ku ji sazîyan û dewletê maye dibe û rûxandina aborî ya tam û nekarîna pêşkêşkirina kêmtirîn xizmetguzariyên sereke ji welatiyan re, ta bighêje çespandina dabeşkirina xak û gelê sûriyê, û rêya din ew e ku tevlî birayên xwe yên din bibin, yên ku bizavê dikin ji bo ev xwînrijandina berdewam raweste û dubarekirina avakirinê li ser bingeheke durist û vegrandina yekîtiya Sûriyê bi tevaya pêkhat û xaka wê ve, da ku ew jî beşdariyê di avakirrina Sûriya pêşerojê de ya ku rûmeta welatiyan diparêze, azadiya wan garantî dike û derfetên rewa bo jiyaneke kêfxweş ji wan re dabîn bike bikin.
Û Serokê Hevbendiyê tekez kir ku guhertina ketwarê Sûrî li gorî çarçoveya ku behsê kiriye, dê bihêle siyasetên dewletan derbarê Sûriyê bên guhertin, ji siyasetên rêvebirina qeyranê ber bi siyasetên kartêker ber bi çareya siyasî de û cîbicîkirina biryarên navdewletî û di pêşî de biryara 2254, ya ku dê deriyê beşdariya dewletên dost û bira yên xwedî bandor ji bo piştgiriya nûavakirinê veke.
Û Şandeyê Hevbendiyê hejmarek ji pirsan ji beşdarên di hevdîtinê de wergirtin. Yekî ji amadebûyan pirsa çawaniya pêkanîna pêşketineke aborî di dema guhertina yasa û sîstemên girêdayî tevgera tiranzîtê ji bo ku berhemên Sûrî derbasî dewletên derdorê bibin nemaze Tirkiyê kir? Û endamê Desteya Siyasî Ebdilnasir Hiso, Hevrêzkarê Girûpa Karsazan, di vê derbarê de bersiv da û balkişand ser qebareya hinardekirina berhemên Sûrî di dema niha de li Sûriyê bi giştî û rêjeya hinardekirinê ji bakurê Sûrî têde, û giringî da qebareya hinardekiririna ji Sûriyê di rêya tiranzîtê re li gel Tirkiyê û tekezî li ser bizavên Hevbendiyê û Hikûmeta Demkî li ser hilanîna astengiyên ku behsa wan bûye kir û nimûneyek derbarê gihiştina lihevkirinan û derketina hin biryarên awarte ji aliyê Tirkiyê ve da, ku wê rê daye hinardekirina hin cureyên berhemên berê qedexe bû ku tiranzît biçin tevaya dewletan di nav erdê wê re, û tekezî li ser berdewamiya karê Girûpa Karsazan bi Hevbendiyê û Hikûmeta wê ya Demkî re kir ku ew dê bighêjin lihevkirinên bêhtir li gel Hikûmeta Tirkiyê û desthilatên wê yên têkildarî vê mijarê.
Û Endamê Desteya Siyasî di Hevbendiyê de Cihad Mirî bersiva pirsek dîtir da. Yekî ji amadebûyan li ser rewşa aborî û debara jiyanê li bakurê Sûriyê kiribû. Di bersivê de şiroveyek li ser pêşketina jiyana aborî ji aliyê berfirehkirina avakirinê û çaksazkirina rêyan û derbasbûna hin çalakiyên abûrî yên nû û vekirina kargehên nû pêşkêş kir, got ku ev pêşketina bûye êdî tiştekî berçav e tevî rewşa dijwar li wan deveran, ya ku ji Hevbendiyê û Hikûmeta wê ya Demkî tê xwestin ku kar li ser çareserkirina wê bikin.
Û yekî ji amadebûyan pirsek li ser plana kar û çalakiyên Desteya Danûstandinê ya Sûrî kir. Serokê Hevbendiyê bersiv da û got ku Desteya Danûstandinê ya Sûrî kar li ser zindîmana piroseya siyasî dike, da biryarên navdewletî di çarçoveya nerîn û karê Encûmena Ewlekariyê de bimîne, û rê li pêş hewldanên rijêmê û hevalbendên wê yên ji bo binaxkirina piroseya siyasî û paşguhkirina hêvî û mafên gelê Sûriyê bi temamî li ser qada navdewletî bigre, û Elbehra li ser encamên civatên Desteya Danûstandinê ya Sûrî a dawîn li Cinêvê ya ku di rûniştineke taybet de şanderên 13 dewletan amade bûn , nûnerê Misrê û yê dewleta Qeterê di nav wan de bûn axivî, di wê rûniştinê de behsa pêwîstiya kartêkerkirina piroseya siyasî bo cîbicîkirina biryarên navdewletî yên taybet bi karûbarê Sûrê û di pêşî de herdu biryarên 2118 û 2254 hat kirin.
Û di dûmahiyê de hate tekezkirin ku ev hevdîtin li gel Sûriyan a yekemîn e ji zincîreke hevdîtinên rolane. Hevdîtinin dîtir ên şêwirdariyê derbarê Sûriyan û welatê wan dê pêk werin, û ev beşek ji hevdîtinên berfirehtir e ber bi pêşdebirina ketwarê Sûrî. Ev take-rê ye ji bo pêşdebirina dosya Sûrî ber bi guhdana siyaseta cîhanê ya nû de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî