Hevrêzkara Ofîsa Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li deverên rizgarkirî Necîb Rehmûn, di karên kongirê dûmahî yê pirojeya “Bihêzkirina Civakê, ji bo Amadekarî û Bersivdana Bobelatan”yê ku li zanîngeha Helebê ya Azad li bajêrê Ezazê li gundewarê Helebê hatiye lidarxistin de beşdar bû.
Û piroje ji aliyê Encûmena Bilind a Rêvebiriya Bobelatan û Rewşên Awarte ve wek desteyek ji yên Hikûmeta Sûrî ya Demkî bi hevkarî û pişikdariya li gel Rêxistina Midmar û Saziya Idea2020 û Saziya Qeyim, her wiha Sendîkaya Endezyaran û ya Peymandaran hate cîbicîkirin.
Û Rehmûn bal kişand ser giringiya hebûna pirojeyên weha li deverên rizgarkirî, ji bo lezgîniya bersivdanê di destpêka rûdana bobelatê de, da mîkanîzmeyên kartêker hebin û karibin bi lezgîniya tê xwestin bersivê bidin.
Û Rehmûn bal kişand ser pêwîstiya girêdana di navbera curbecur saziyên têkildarî vê mijarê de û berfirehkirina torên civakî da ku bighêjin mîkanîzmeyên lezgîn ji bo standina biryarê di dema tê xwestin û bi awayê herî baş de.
Û Encûmena Bilind ya Bobelatan û Rewşên Awarte ya ser bi Hikûmeta Sûrî ya Demkî ve berî bi demekê pirojeya bihêzkirina civakê bo amadekariya bersivdana bobelatan li deverên rizgarkirî dest pê kiribû, wek beşekî ji hewlên Encumen ji bo rêvebirin û danîna stratîjiyan ji bobelatên deverê re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî