Desteya Danûstandinê ya Sûrî, duh yekşemê li Cinêvê, li gel Nûnerên dewletên têkildarî dosya Sûriyê civiya, û bi wan re li ser dosyayên girîng li bal gelê Sûriyê wek encamên erdhejê, rawestana pirosesa siyasî û destpêşxeriyên herêmî û navdewletî û erebî axivî.
Û Desteyê ji Nûnerên dewletan re cext kir ku gereke ew rijd bin li ser pêkanîna veguhastina siyasî û pirosesa siyasî û cîbicîkirina biryara 2254, û tekez kir ku cihê danûstandinê yê normal bi serpereştiya Netewên Yekbûyî li Cinêvê ye.
Û Desteya Danûstandinê tekezî li ser serederiya erênî li gel tevaya destpêşxeriyên ku bizavê bo pêkanîna biryarên navdewletî dikin, wek destpêşxeriyên erebî yan ya çaralî yan ya ji Netewên Yekbûyî kir, û got ku armanca wan ew e, çareyeke siyasî ya dadmend ji gelê Sûriyê re bibînin, lê divê li gorî biryara navdewletî 2254 û di bin sîwana rewaya navnetewî de be.
Û Desteya Danûstandinê di hevdîtinê de, ragihand ku hêzên şoreş û rikberiya Sûrî amade ne ji cîbicîkirina piroseya siyasî re li gorî biryarên navdewletî, lê berpisyara jikarêxistinê rijêma Esed e, ya ku hemû çareyên siyasî red dike, û got ku em daxwaza vegera penaberan û qedexekirina terorê û şerê keresteyên hişbir li gorî biryarên navdewletî dikin.
Û Serokê Desteya Danûstandinê Bedir Camûs, spasiya Misir û Qeterê li ser beşdariya wan di civînan de kir, her wiha spasiya hevparên navdewletî Amerîka, Tirkiye, Kanada, Brîtanya, Swîsre, Yekîtiya Ewropa, Fransa, Hollanda û Îtalya kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî