Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, di daxwiyaniyekê de bi boneya Roja Cîhanî ya Qurbaniyên Dijminkariyê ji Zarokên Bêguneh, anî ziman ku wê kuştina 30 hezar û 34 zarokan li Sûriyê ji adara 2011an ve belge kiriye, 198 zarokên ku di bin îşkencê de mirin di nav wan de hene, û amaje bi wê yekê kir ku vegerandina normalkirina têkliyan bi rijêma Esed re, jiyana hejmarek zêdetir ji zarokan dixe bin metirsiya dijminkariyê de.
û Tora Mafnasî di daxwiyaniya xwe de, diyar kir ku ji adara 2011an ve, 30 hezar û 34 zarok li Sûriyê hatine kuştin, 22 hezar û 982 ji wan li ser destê rijêma Esed in, 12 hezar û 924 ji wan kur bûn, û 10 hezar û 58 keç bûn, û 2 hezar û 48 zarokên ku 1423 ji wan kur in, û 625 keç in, li ser destê hêzên Rusya hatine kuştin, û 958 zarokên ku 564 ji wan kur in, û 394 keç in, li ser destê Daişê hatine kuştin, û 74 zarokên ku 68 ji wan kur û 6 keç bûn, li ser destê Heyet Tehrîr Elşam hetibûn kuştin, û milîsên PYDe yên terorîst 253 zarok kuştine, 151 ji wan kur û 102 keç bûn, û hêzên hevpeymaniya navdewletî 926 kes kuştine, 623 ji wan kur û 303 keç bûn, di dema ku 2,793 zarok ji hêla aliyên din ve hatine kuştin, 1,790 ji wan kur û 1,003 keç bûn.
Û di daxwiyaniyê de hat ku ne kêmtir ji 5 hezar û 204 zarokan hîn li Sûriyê girtî ne, 3693 ji wan bi destê hêzên rijêmê ne, û 319 bi destê Daişê, 46 bi destê Heyet Tehrîr Elşam, 782 bi destên Milîsên PYDe, û 364 bi destê aliyên din hatine girtin.
Û daxwiyaniyê anî ziman ku ji Adara 2011an û vir ve, ne kêmtir ji 198 zarokan di bin eşkencekirinê de li Sûriyê mirine, 190 ji wan ji aliyê hêzên rijêmê ve ne, û yek ji aliyê Daişê ve, û 2 ji aliyê Heyet Tehrîr Elşam û milîsên PYDe ve hatin kuştin.
Û daxwiyaniya Tora Mafên Mirovan, tekez kir ku rijêma Esed tundtirîn şêweyên dijminkariyê li dijî zarokan li Sûriyê pêk anîne, û pesendkirina rijêmê ji peymana mafên zarokan re di sala 1993an de, dijminkariyên wê dermafê zarokan ranewstandin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî