Girûpa Kar ji bo Filistîniyên Sûriyê, eşkere kir ku wê kuştina nêzîkî 252 zarokên Filistînî ji destpêka cenga rijêma Esed li ser gelê Sûriyê heta roja 4ê Hezîranê roja cîhanî ya Qurbaniyên Dijminkariyê ji Zarokên Bêguneh belge kiriye.
Û Girûpê diyar kir ku bombebaranê, sekvanan, pevçûnê, dorpêçkirin û xeniqîna di keştiyên mirinê de, sedemên herî diyar ên bûne sedema mirinê ne, (129) ji wan ji ber bombebaranê, (22) ji ber xeniqînê, (15) zarokên bi sekvanan hatine kuştin, (11) bi guleyan, û du zarok di bin îşkenceyê de di zindanên rijêma Esed de mirine, û (26) zarok di encama teqîna otombîlên bombekirî de hatin kuştin.
Û Girûpê mirina nêzîkî (34) zarokan ji encama dorpêçkirinê û nebûna guhdana pizîşkî û (12) zarok bi sedemên curbicur wek şewitîn, xeniqîn, pêlêkirin, revandin û piştre kuştina wan belge kir, di heman demê de zarokekî jiyana xwe ji ber sedemên nenas ve canê xwe ji dest dane.
Û Tîma çavdêrî û belgekirinê ya Girûpa Kar ji bo Filistîniyên Sûriyê, karîbû mirina (643) penaberan di bin îşkenceyê de di girtîgehên rijêma Esed de, belge bike.
Û di mijareke pêve girêdayî de, Girûpê got ku (54) penaberên Filistînî ji kampa Sipênê li gundewarê Şamê, di nav wan de du jin di zîndanê rijêma Esed de binçavkiriyên kotekî ne, di dema ku şaxên ewlekarî û istixbaratî ên rijêmê navên girtiyên Filistînî vedişêrin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî