Hevrêzkarê Ofîsa Penaberan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Selîm Îdrîs, pesnê helwesta Komîserê Bilind ê Netewên yekbûyî, ya derbarê redkirina vegerandina koçberan bi darê zorê, û dijderketina wî li hember dengên ku daxwaza vegerandina koçberan bo warên ku jê reviyane dikin, da.
Û Îdrîs di daxwiyaniyin taybet de îro got ku penaberên ku hîna welatên wan ne ewle ne, û di bêserûberiyeke mezin de dijîn, di dema nebûna yasayê û desthilatdariya amûrên ewlekariyê û milîsên çekdar de, vegerandina koçberan bo wan welatan bi darê zorê di wan rewşên ku welatên wan têde dijîn de, tê wateya ku jiyana wan dixin bin metirsyê.
Û Îdrîs got ku penaberên Sûrî yên ku bi piştî zehmetiyên mezin gihiştine dewletên Yekîtiya Ewropa, çi bi hatina li ser piyan be an di rêya qeyikên mirinê re be, neçûne wan dewletan bo geşt û seyranê bikin, lêbelê ji ber tirsa mirinê an ketina zarokên wan di nav cenga ku rijêma Esed dijî gelê Sûriyê dike reviyane.
Ev daxwiyaniya Idrîs piştî helwesta ku ji aliyê Komîserê Bilind ê Netewên Yekbûyî bo Mafên Mirovan Volker Türk ve hat, ya ku têde tekez kiriye ku rewşa mafên mirovan li Sûriyê metirsîdar e, û çênabe koçber bi darê zorê bo wê derê bên şandin.
Û Komîserê Bilind di kongirekî rojnemevanî de li paytexta Nemsayê Viyena, duh duşemê, cext kir ku rewş derbarê mafên mirovan li Sûriyê pir metirsîdar e, û çênabe ku koçber bi kotekî di vê rewşê de bên vegerandin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî