Endama Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Hevrêzkara Desteya Niştimanî ya Sûrî a Karûbarê Girtî û Windayan, Selwa Eksoy, got ku Hevbendî û komîteyên wê yên pispor rijd in li ser eşkerekirina serhişkiya Hikûmeta Libnanî di mijara vegerandina penaberên Sûrî yên li Libnanê de, bi hevrêziya li gel rijêma Esed, ya ku ew ji warên wan koçber kirine.
Û Eksoy di daxwiyaniyin taybet de, îro, got ku tevî hişyariyên navnetewî û redkirina civaka navdewletî û daxwazên saziyên wan ku operasyonên dersînorkirina penaberên Sûrî yên neyasayî bên rawestandin, ji ber ku dema vegerandina wan bo welêt, heye ku ew rastî îşkenceyê an çewsandinê bên, Desthilatên Libnanî di operasyonên dersînorkirina sûriyan de berve deverên desthilatên ku ji salan de ji tirsa li ser jiyana xwe an jiyana zarokên xwe jê reviyane, berdewam in.
Û Eksoy got ku tiştê desthilatên Libnanî di rêya pêwendiyên li gel rijêma Esed re bo vegerandina penaberan pê radibe, berûvajî yasa û urfên navdewletî ye, û dijberî Ragihandina Cîhanî ya Mafên Mirovan e, û Hikûmeta Libnanî berpisyariya temamî hildigre ger yên berve deverên di bin kontirola rijêmê de dersînor bûne rastî girtin û îşkenceyê bên.
Ev daxwiyanî, piştî tekeziya Wezîrê Koçberan yê Libnanî Îsam Şeref Eldîn di riya daxwiyaniyekê bo alavên ragihandinê duh duşemê hat, têde gotibû ku niha bo serdana Şamê amadekariyê dikin, û dê li wir dozên girîng û di pêşî de doza penaberên Sûrî gengeşe bikin, û got ku welatê wî biniyaze kar li gor dersînorkirina ewle ya penaberên Sûrî bo welatê wan bike.
Hêjayî gotinê ye ku hejmarek ji saziyên mafnasî yên xwecihî û navdewletî, hişyarî gelek caran dane derbarê metirsiya vegerandina penaberên Sûrî ji Libnanê, bêyî ku guhertineke siyasî ya rasteqîn li welêt çêbibe, û sedemên koçberkirina wan ji bajar û gundan nemînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî