Rêveberiya Belgekirina Binpêkirinan û Mafên Mirovan ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî, di rapora xwe ya heyvane ya meha gulana 2023an de, anî ziman ku serjimêriya qurbaniyên sivîl di heyva bûrî de li bakurê Sûrî yê azad, pakrewanek û heft birîndar bûn.
Û Rêveberiyê di rapora xwe de rijêma Esed û hevlbendên wê di ber kuştina sivîlekî mêr û birîndarbûna heft kesên sivîl ku 3 mêr û jinek û 3 zarok bûn de berpisyar dîtin.
Û rapora heyvane amaje bi wê yekê kir ku serjimariya armanckirina bajar û bajarok û gundên Sûriyê yên rizgarkirî ji hêla hêzên rijêmê ve, gihişte 98 operasyonên armanckirinê yên sereke û ew tawan bi çekên curbecur pêk hatin.
Û Rêveberiya Belgekirina Binpêkirinan, bal kişand ser ku tawanên binçavkirina kotekî û îşkenceya rêbazkirî dermafê sûriyan di girtîgeh û zîndanên rijêma Esed de, û operasyonên leşkerkirina neçar û leşkerkirina zarokan ji hêla milîsên PYDe ve hîn berdewam in.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî