Girûpa Kar ji bo Filestîniyên Sûriyê, tekez kir ku hejmarek ji penaberên Filestînî ji xelkê Xan Elşîh, li ser destê hêzên ewlekariyê û leşkerên rijêma Esed, ji destpêka şoreşa Sûrî di sala 2011an de, rastî girtin û binçavkirina kotekî hatine.
Û Girûpê binçavkirina 248 filestîniyên xelkê kampê yên di navendên lêpirsînê ên girêdayî amûrên ewlekariyê ên rijêmê belge kir, hin ji wan di hundirê kampê de an li ser xalên leşkerî di dema çûn û hatina wan di nav bajaran de an di dema vegera wan ji cihên kar û xwendinê hatibûn girtin.
Û Girûpê bal kişand ser ku çarenivîsa wan girtiyan ta niha nediyar e, ji ber ku desthilatên rijêma Esed sedemên girtinê an cihên ku lê ne an rewşa wan ya tenduristî an ya yasayî diyar nake, û amaje bi wê yekê kir ku wê agahiyên tekez derbarê şehîdbûna 621 penaberên Filestînî ji ber îşkenceyê di girtîgehên rijêmê de, her weha bidehan haletên dîtir yên ku wê nikaribû bi awayekî fermî belge bike, wergirtine.
Û Girûpa Mafnasî dît ku rijêma Esed bi awayekî tam berpirsyar e di ber ewlehî û azadiya girtiyên Filistînî de, û daxwaza azadkirina wan a bilez û bê şert û merc kir, û ji civaka navdewletî û Netewên Yekbûyî û Xaça Sor û Heyva Sor xwest ku destêwerdanê ji bo rizgarkirina jiyan û mafên wan bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî