Emnîdarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, xweşhaliya xwe bi helwestên navdewletî yên ji aliyê Yekîtiya Ewropa û Amerîkayê ve derketine û tekezî li ser pêwîstiya cîbicîkirina biryara navdewletî 2254 li Sûriyê dikin, û normalkirina têkliyan li gel rijêma Esed ya tawankar red dikin, anî ziman.
Û Rehmê got ku ragihandina Almaniyayê derbarê jinavbirina kongirekî di navbera Yekîtiya Ewropayê û Komkara Erebî de, bi sedema beşdarbûna wezîrekî ji rijêma Esed di kongir de, helwestekî erênî bû ji hêla Yekîtiya Ewropayê ve, û cihê spasiyê ye ji aliyê gelê Sûriyê ve, yê ku çavlirê ye ku hêviyên xwe di rêya cîbicîkirina veguhastina siyasî re pêk bîne.
Û Rehmê got ku siyaseta Yekîtiya Ewropayê derbarê Sûriyê û helwesta Wezareta Derve ya Amerîkayê ya ku herdem dubare dike, û pabendiyê bi biryara navdewletî 2254 dike, qiblegeha çareseriya siyasî û bidawîanîna tirajîdiya Sûriyê ye, û bal kişand ser pêwîstiya standina rêkarên cidî li gorî helwestên hatine ragihandin, ji bo ku pêşketineke rasteqîn di dosya Sûrî de pêk were.
Û Rehmê tekez kir ku saziyên hêzên şoreş û rikberiya Sûrî bi zelalî û bi awayekî çalak li gel piroseya siyasî kar dikin, lê rijêma Esed xwe dispêre xapandinê û bizava leşkerî ji bo ku ji piroseya siyasî bireve, û ev yek hewcadarî rûbirûbûneke bihêz ji dewletên xwedî bandor di dosya Sûrî de ye, di rêya rêşûnên sizadanê yên zêdetir dijî sembolên rijêmê, û izolekirin û qewtandina wê ji rêxistinên navdewletî, û kartêkerkirina rêya dadpirsîna navdewletî li ser tawanên cengê yên ku ji diwazde salan de hîn jî pêk tîne, û deverên di bin kontirola xwe de kirine navendekî navdewletî ji bo çêkirin û belavkirina keresteyên hişbir û kiptagonê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî